Li Çemê Dîclê talokeya xeniqînê zêde bûye

Ocaxên xîzê yên ku li ser Çemê Dîclê hatine çêkirin, hem ziyanê didin sirûştê û hem jî bi gerînekên ku çêdikin gefê li jiyana mirovan dixwin. Nexasim ji bo kesên ku ji ber germa zêde dikevin çêm talokeya mirinê pir zêde bûye.

Havînan  ji ber germa zêde ciwanên Cizîrî ji bo ku xwe hînik bikin xwe davêjin ava hênik a Çemê Dîclê. Ciwanên ku ji qadên sosyal bêpar in û ji ber germa zêde off dibin, her sal, li gel ku gelek kes di çêm de dixeniqin jî dîsa xwe dikevine çêm. Kemal Şerîfoglu yê noqv got, ''Ji ber ocaxên xîzê yên li ser çêm gerînek zêde dibin û ev dibe sedema xeniqandina mirovan.''

Şerîfoglu yê ku di şaredariyê de dixebite, got her havîn nêzî 10 kesan di çêm de dixebitin, bi bîr xist ku 2018'an 8 û vê meha bihurî 2 kes di çêm de xeniqîne lê li gel vê jî ti tevdîr nehatine standin. Şerîfoglu got ji bo ku kêmtir kes bixeniqin wan proje danîne ber xwe û got, ''Em her sal ciwanan perwerde dikin, dersên soberiyê didin ciwanan û wiha em hewl didin ku kêmtir kes bixeniqin.''

Şerîfoglu her wiha go ocaxên xîzê ku diviya li derveyî bajêr bihatana çêkirin li nêzî navenda bajêr têne çêkirin, ev jî zirarê dide çêm, ji ber ku hem xîzê ji çêm derdixin û hem jî cihê ku jê xîzê vala mane nayên dagirgirtin. Şerîfoglu her wiha got dema ku ew li sedema xeniqandina dikolin piranî gerînek dibine sedema xeniqandinan. Şerîfoglu got ev ocaxên xîzê ku dibine sedem ciwan bixeniqin, divê werin girtin.