Li Çelê çalakî

Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de çalakî li dar xistin û 4 leşker kuştin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têkildarî çalakiyên gerîlayan ev tişt diyar kir:

“Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li girê Şehîd Botan a li Çelê ya bi ser Colemêrgê li kon û kozikên dijmin dane. Li vê derê 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.

KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Kontrayê bi navê Tayyîp Fîdan ê ku cihên hevalên me deşîfre dikir û pêşengî ji operasyonên dijmin re dikir di 16’ê Tîrmehê de di saet 16.00’an de li Bestayê dema dixwest cihê hevalên me deşîfre bike, hatiye cezakirin.

Di 10’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li gundên Baskan, Qulan, Mîran, Dadîna, Quluk, Dodan, Qalancik û Goma Gurgo ya Wartoyê ya Mûşê operasyonek daye destpêkirin.

Di 16’ê Tîrmehê de saet di 19.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Çiyayê Reş ê Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.”