Li Çelê, Barzan û Gabar 12 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê têkildarî detayên operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li Çelê û herêma Gabar a Şirnexê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê dayî, di çalakiyan de herî kêm 12 leşker hatin kuştin

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

ÇALAKIYÊN LI BARZAN Û ÇELÊ

“Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li Çelê ya Colemêrgê û li herêma Barzanê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî lidar xistine.

LI ÇELÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 11’ê Cotmehê saet di 15.10’an de hêzên me li dijî hêzên dagirker ên ku li Geliyê Pitata yê girêdayî Girê Petrût ê Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de kepçeyek hatiye îmhakirin û bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Piştî çalakiyê saet di 17.00’an de hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

LI BARZANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 11’ê Cotmehê de saet di 17.50’an de hêzên me li tîmeke sûîkastê ya yekîneya dijmin dane ya ku li qada Adil Begê ya Barzanê bi cih bûbûn. Li vê derê 2 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI GABARÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 3’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qada Çiravê ya Gebarê operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Di 5’ê Cotmehê de du helîkopterên dijmin qada Girê Dîndarê bomberdûman kirine.

Di heman rojê de yekîneyeke dijmin a ku dixwest têkeve qadê bûne hedefa hêzên me. Li vê derê bi qasî ku hatiye zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi obus û hawanan li qadê daye û bi helîkopteran leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye.

Di 6’ê Cotmehê de helîkopteran qad bomberdûman kirine û operasyon berfirehtir kirine.

Di 8’ê Cotmehê de yekîneya dijmin a ku dixwest têkeve girê Şehîd Rojîn bûne hedefa hêzên me. Li vê derê bi qasî ku hatiye zelalkirin 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Di 10’ê Cotmehê de operasyona dagirker bêyî ku encamekê werbigire ji qadê vekişiyaye.

LI QILABANÊ OPERASYON

Di 11’ê Cotmehê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li qadên Girê Kaplan, Gundê Pîran, Mihrê, Hozê û Girê Rizdê ya Qilebana Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Operasyon hê jî didome."