Leşkerên Tirk êrîşî erdhejzedeyan kir

Veysel Atar ê ku rûyê wî birîn bûye diyar kir dema ew ji bo alîkariyê ji ÎHH’ê bixwaze çû sanayiya organîzeyê, jendirmeyan êrîşî wî kir.

Veysî Atar ê ku 20 sal in li Semsûrê dijî duh şev dema tevî pismamekî xwe xwestin ji bo stendina alîkariyê navê xwe li ÎHH’ê binivîsin, berê rayedarekî piştre jî jendirmeyan êrîşî wan kir. Atar diyar kir piştre polîs hatine û gotine ‘Em nikarin bi we re eleqedar bibin.’

Veysî Atar ê ku li ser rûyê wî û pişt guhê wî şûna lêdanê heye got “Saet di 5.15’an de ji bo ku em navê xwe binivîsin, em çûn sanayiya organîzeyê. Beriya ku em ji wesayîtê dakevin kesekî li wir got ‘Em alîkariyê nadin’ Min got ez ê tiştekî bipirsim ‘Got tiştek tune’. Dema ku min got te silava Xwedê bistenda, bi darekî min êrîş kir. Piştre nêzî 10 wesayîtên leşkeriyê hatin û li me dan. Li min û pismamê min dan. Wesayît pelixandin.

Piştre leşker û fermandarên wan hatin. Fermandarekî xwedî sê stêrk bû. Piştî ku fermandar got ez ê biçim ba walî, çawişên pispor bi pehîn û kulman li me dan.”

Atar ê erdhejzede diyar kir polîs dema ku hatine ji wan re gotine “Em nikarin bi we re eleqedar bibin.”