Leşkerên Iraqê dixwazin Êzidiyan bê çek bikin!

Leşkerên Iraqê avêtin ser gundekî yê Şengalê û li malan li çekan geriyan.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, leşkerên Iraqê yên li ser daxwaza PDK’ê ketine Şengalê li gundê Werdê yê Şengalê mal bi mal geriyan û pirsa çekên wan ên ji bo parastinê li gel xwe digirin, kirin. Welatî vêya weke hewldaneke bê parastin hiştina Êzîdiyan dibînin.

Piştî desthilata Bexda-PDK li ser daxwaza dewleta Tirk li dijî Şengalê 9’ê Cotmehê peymanek îmze kirin, bihezaran leşkerên Iraqê ji bo Şengalê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyên ku ji gundê Werdê ya ser bi Til Gizêr a Şengalê hatiye girtin, îro leşkerên Iraqê ser gundê wan de girtine, mal bi mal geriyane û pirsa çekên wan kirine.

Şêniyên gund diyar kirin, leşkerên Iraqê ser malên wan de girtine û pirsa çekên wan kirine. Welatî dibêjin, artêşa Iraqê dixwaze çekên wan ên ji bo parastinê li gel xwe digirin, ji wan bigirin.

Welatiyê gundê Werdê yê bi navê Seydo Seyîd Reşo yê ji Rojnewsê re axivî jî piştrast kir ku leşkerên Iraqê bi mebesta dest danîna ser çekên gundiyan mal bi mal geriyane û vêya weke hewldaneke bêparastin hiştina civaka Êzidî bi nav kir.

Reşo ku nerazîbûn nîşana vê hewldana leşkerên Iraqê da û van zayariyan da, “Em îro bi rojî bûn, hîn ji xewê ranebûbûn, leşkerên Iraqê ketin gundê me û mal bi mal geriyan. Leşker pirs kirin ka çek li gel me heye an nekirin.”

Seydo Seyîd Reşo diyar kir ev hewldaneke kom kirina çekên Êzîdiyane û dixwazin weke dema fermanê wan bê parastin bihêlin û ev bibîrxistin kir, “Beriya DAÎŞ fermanê bîne serê me, leşkerên Iraqê hatin çekên me kom kirin û ji mere gotin, emê parastina we bikin. Lê sozên xwe bicih ne anîn û bûn sedem ku xelkê me yê Êzidî di fermanê re derbas bibe. Ev zilme ke. Em vê yekê qebûl nakin.”