Leşkerên Îranê kolberekî din jî birîndar kirin

Leşkerên Îranê li eyaleta Urmiyê bajarê Serdeştê kolberekî din jî birîndar kirin.

Li gorî kolbernews li bajarê Serdeştê li ser xeta sînor kolberekî bi navê Saman Resûl Zae bi êrîşa leşkerên Îranê birîndar bûye. Resûl rakirin nexweşxaneyeke li Serdeştê.

Dewleta îranê û Tirkiyê bi rengekî sîstemaîk û kêfî êrîşê dibin ser kolberand. Her du dewlet bi cezanekariya bêkêmasî li ser xeta sînor înfazan dikin.

Li gorî agahiyên ku rêxistina mafê mirovan Hengawê dayî, 25'ê Nîsanê berê sbiehê hêzên Îranê êrîş bire ser kolberan û 5 kolber birîndar kirin.

16'ê Nîsanê jî di navbeyna bajarên Banê û Şino de leşkerên Îranê kolberek birîndar kiribûn.