Leşkerê ji Amedê bi awayekî bi guman mir

Hate îddîakirin leşkerê ji Amedê Îbrahîm Meşe yê li Dîlokê leşker bû, xwe kuştiye.

Îbrahîm Meşe (20) yê ji dewleta Tirk re leşkertiya bi mecbûrî dikir hate îddîakirin di 21’ê Çileyê de dema li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê nobet digirt, li cihê nobetê xwe kuştiye.

Cenazeyê Meşe li Taxa Oyali ya Gêla Amedê hate veşartin. Hate diyarkirin rêya mezraya Amman a ku Meşe lê hatiye veşartin jî ji çûn û hatinê re hatiye girtin û kesên dixwazin agahiyan werbigirin jî tên astengkirin.

Gelek ciwanên Kurd di nav artêşa Tirk de dema leşkertiya ji mecbûrî dikin, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest didin. Berê jî di nav artêşa Tirk de ji bo ciwanên ku li pişta wan şûna fîşekan heye hatibû diyarkirin, ‘xwe kuştine.’