‘Leşkeran cenazeyên gerîlayan ji gorê derxistin û birin’

Tê diyarkirin ku leşkerên Tirk cenazeyên gerîlayên HPG’ê ji gorê derdixin û dibin.

Tê diyarkirin ku li herêma Herekolê gorên gerîlayên HPG’ê di bin çavdêriya leşkeran de bi kepçeyan tê kolandin û cenazeyan dixin kîsan û dibin.

Hat hînbûn ku li herêma Herekolê ya di navbera Sêrt û Şirnexê de leşkeran êrîşî goristana Şehîd Resûl û Şehîd Azîme kirine. Li vê goristanê gorên gerîlayên HPG’ê hene. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku kepçeyên Îdareya Taybet di bin kontrola leşkeran de goran dikole û cenazeyên li vê derê tên derxistin.

Nehat hînbûn ku cenazeyan dibin ku derê.

HATIBÛ BOMBERDÛMANKIRIN

Li goristanê nêzî 70 gorên gerîlayên HPG’ê hene. Qada ku goristan lê ye, di Mijdara 2015’an de ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirk hatibû bomberdûmankirin. Leşkeran piştre li vê derê kêlên goran jî şikandibûn.