Lêkolîna NRLS a li ser yekîtiya neteweyî: Divê partî hemû tevlî bibin

Li gorî encamên lêkolîna li nava raya giştî ku NRLS'ê li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd li Rojava kir, 95 ji sedî yê gel hevdîtinan erênî dibîne, 86 ji sedî dibêje, ji bo serketina vê pêvajoyê divê partî hemû tevlî bibin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), encamên lêkolîna xwe ya li nava raya giştî ya li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd a li Rojava, eşkere kir.

Hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî, ku bi însiyatîfa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û bi çavdêriya DYE û Fransayê di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û ENKS'ê de dest pê kirin, bi giranî jî be dewam dikin.

NRLS'ê li ser hevdîtinên ji bo yekîtiya neteweyî li herêma Cizîrê lêkolînek li nava raya giştî kir. Lêkolîn li nava 1.378 kesî hate kirin ku 33 ji wan jin (456 kes) û 67 ji wan jî mêr (922) kes bûn.

Li gorî encamên lêkolîna raya giştî ku li bajarên Hesekê, Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Tirbespiyê, Dêrikê hate kirin, 95 ji sedî yê beşdaran gotin ku ew hevdîtinan erênî dibînin.

65 ji sedî yê beşdaran diyar kirin ku hevdîtin wê bi rengekî erênî bi encam bibin. 86 ji sedî jî di wê baweriyê de ne ku ji bo hevdîtin bi ser bikevin divê partî hemû tevlî hevdîtinên ji bo yekîtiyê bibin.

Encamên lêkolîna li nava raya giştî ku di navbera 5'ê Tîrmeha 2020'an û 21'ê Tîrmeha 2020'an de hate kirin wiha ne: