Kutlu: Ya ku ji me standin em ê ji wan bistînin

Namzeta Şaredariyê ya HDP'ê ya Cizîrê Berîvan Kutlu got ew ê Şaredariya Cizîrê ku qeyûmê desteser kiriye ji dest qeyûm bistînin û karê pêşî jî ew ê ji bo jinan qadên perwerdehiyê vekin.

Namzeta Şaredariya Cizîrê ya HDP'ê Berîvan Kutlu got di hilbijartina 31'ê Adarê de gelê Cizîrê wê bersiva hewce di sendoqê de bide qeyûmê ku şaredariya wan desteser kirî.

MALÊN HEQÎQETA JINÊ WÊ WERIN AVAKIRIN

Kutlu diyar kir di şaredartiyê de ew ê giraniyê bidin xebatên têkilî jinan û domand: ''Di hemû qadên jiyanê de em ê karê xwe zêde bikin. Heke mirov li şaredariyê binere mirov wê bibîne ku bi afirandinên jinên ên têkilî jiyanê ne. Ji bo vê jî mirov bi rehetî dikare bibêje ku şaredartî karê jinan e. Di şaredariya me ya berê de jî û niha jî ku em ê bistînin xebatên me yên pêşî wê ew bin ku em ji bo jinan qadên xebat û perwerdehiyê çêbikin.''

Kutlu got li malên perwerdehiyê wê ne tenê xwendin û nivîsandinê her wiha dîroka jinê were gotin, ev mal wê di navbeyna jinê û heqîqeta wan de bibin pir û li hemû qadan wê rengê jinê hebe.

'EV HILBIJARTIN WÊ JI QEYÛM RE BIBE BERSIV'

Kutlu got dema ku qeyûm tê gotin talan, desteserkirin, hilweşandinê tê bîra mirov û got: ''Ne tenê li Şirnexê û Cizîrê, hemû qeyûmên ku hatin ser şaredariyên me pêşî dest avêtin qad û xebatên jinê û ew hilweşandin.''

Kutlu bi domdarî got li şarederiya Cizîrê 50 jin bê hiqûqî ji kar hatin avêtin, saziyên wan ên jinan hatine girtin, qeyûm xebatên ku jinan kêm dikin dane ber xwe û ev jî nîşan dide ku qeyûm çendî bi hişmendiyeke nêrane tevdigerin û domand, ''Ev hemû tişt bûne sedem ku em bi azawerî û hêrsekê bixebitin û em tên ku yên ku hatine desteserkirin ji dest wan bistînin. Em ê ne tenê tiştên ku ji me dizîne bistînin, em ê van qadan zêdetir bikin û bibin bersiveke rasteqîn.''