Kurdistan li Kurdan qedexe ye, lê li AKP'iyan serbest e!

Li Wan û Colemêrgê 1230 roj in qedexe li Kurdan û hêzên demokratîk tê ferzkirin. Lê belê ji bo AKP'iyan û alîgirên wan her tişt serbest e.

Pêkanînên rewşa awarte yên AKP'ê li bajarên Kurdistanê didomin. Li bajarên Colemêrg û Wanê 1230 roj in çalakiyên demokratîk ji laiyê AKP'ê ve hatine qedexekirin. Qanûnên Rewşa Awarte ku li ser HDP, saziyên demokratîk û hêzên mûxalîf tên ferzkirin, ji bo AKP'iyan û alîgirên wan derbas nabin. Li Wan û Colemêrgê daxuyaniya çapemeniyê, meş, civîn, belavkirina belavokan, mîtîng li Kurdan qedexe ne, lê li AKP'ê û alîgirên wan serbest e.

MELET: BIRYAR LI ENQEREYÊ TÊ WERGIRTIN

Serokê ÎHD'ê yê Wanê Mûrat Melet diyar kir ku 'qedexeyên' li Wanê dewam dikin û ragihand, Walîtiya Wanê bi hinceteke amadekirî 15 rojan carekê belgeya qedexeyê bi raya giştî re parve dike.

Melet destnîşan kir ku biryar ne ji aliyê waliyan, lê ji aliyê desthilatdariya siyasî ve li Enqereyê tê wergirtin.

'ÇALAKÎ LI AKP'IYAN SERBEST E'

Melet bal kişand ser nêzîkatiya du alî ya walîtiyê û got, "Em dibînin ku çalakî û bernameyên partiya desthilatdariyê nayên qedexekirin. Qedexe li ser hêzên mûxalîf û civakê tê ferzkirin."

'ARMANC VEŞARTINA RASTIYAN E'

Melet got, "Bi rêya qedexeyê dixwazin ku rastî negihêje raya giştî" û diyar kir, li bajarekî ku qedexe lê hebe, li welatekî ku qedexe lê hebe rastî tenê di çarçoveya gotinên desthilatdariyê de ye!