'Kurdistan'a Efrînê timî serbilind bû

Yek ji şehîdên ku li Efrînê bi lehengî li ber xwe da Rehşan Urper a YPJ'yî ye. Malbata Urper ji bo keça xwe ku hê bi navê "Kurdistan" bi bîr tîne dibêje, "Ew her tim serbilind bû."

Endama Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rehşan Urper (Asmîn Kadox Goyî) di Berxwedana Serdemê de ya li dijî dagirkerên dewleta Tirk roja 15'ê Adarê li Efrînê şehîd bû.

Urper ku li gundê Çeman ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû, hê biçûkaniya xwe dît bê zext û zilmeke çawa li gelê Kurd tê kirin. Malbata Urper ji bo navê "Kurdistan"ê li keça xwe bike du caran serî li Midûriyeta Nifûsê ya Navçeyê da. Lê belê ji ber ku nehate qebûlkirin, navê Rehşan li keça xwe kir.

URPER HÊ JÎ BI NAVÊ 'KURDISTAN' TÊ NASKIRIN

Bavê wê Hadî neçar hate hiştin ku 3 salan cerdevaniyê bike. Urper piştre li Beşa Hesabgiriyê ya Zanîngeha şirnexê dest bi xwendinê kir. Dema ku di pola destpêkê ya zanîngehê de bû 10'ê Gulana 2015'an tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Jinên ku pêşengî ji azadiya Kobanê re kirin ji xwe re kir mînak û berê xwe da Efrînê. 15'ê Adarê li Efrînê şehîd bû. Malbata Urper hê jî bi navê "Kurdistan" keça xwe bi bîr tîne.

DAYIKA URPER: TIMÎ SERBILIND BÛ

Dayika Urper Şarkiye Urper qala têkoşîna keça xwe kir û got, "Li malê û li dibistanê timî bi karê xwe ve bû." Urper anî ziman ku keça wê ji bo karibe debara xwe û malbatê bike li gelek cihî kar kir û ji bo keça xwe got, "Li her deverê serê wê bilind bû." Urper got, "Dema ku Rehşan ji dayik bû me xwest navê wê bikin Kurdistan. Lê belê midûriyeta nifûsê ev nav qebûl nekir. Em jî piştî rojekê dîsa çûn. Dîsa qebûl nekirin."

'EM PIŞTRE BI TEVLÎBÛNA WÊ HESIYAN'

Urper zarokatiya keça xwe bi bîr anî û wiha dewam kir: "Keça min di her karî de alîkarî dida min. Dema ew biçûk bû me nîşaneya serketinê nîşanê wê da, wê jî yekser dikir. Dema em li malê bi zarokên xwe re rûniştîbûn û hewl didan debara xwe bikin, wê ji me re qala mirovên li Kobanê êrîş li wan tê kirin dikir. Gilî û gazin li me dikir."

Behîcan Urper jî qala xwişka xwe kir û got, "Rewşa dema tevlî bû, ev yek bi malbatê re parve nekir. Em piştre pê hesiyan ku dest ji dibistanê berdaye û tevlî bûye."

'DEMA KU MIN DEST JI CERDEVANIYÊ BERDA KEÇA MIN JI DAYIK BÛ'

Bav Hadî Urper jî anî ziman ku salên 1990'î zextên giran li gund li wan dihate kirin û ji neçarî 3 salan cerdevanî kir. Bav Urper got, "Wê wextê destûr nedihat dayin ku kezek biçe zozanan û heywanên xwe biçêrîne. Dewletê mêrên li gund kom kir û cerdevanî li ser wan ferz kir. Ji bo malbata me, mal û bexçeyên me zerarê nebînin me jî ji neçarî qebûl kir. Dema ku min dest ji cerdevaniyê berda, keça min ji dayik bû. Me navê 'Kurdistanê' li keça xwe kir, lê dewletê qebûl nekir."

'TIŞTEKÎ NERAST TI CARÎ NEDIKIR'

Bavê Urper got, "Keça min Kurdistan ji bilî maf û rastiyê tiştekî din nedikir. Ti carî di rêya şaş de neçû" û wiha dewam kir: "Cihê em lê dijîn cihekî dijwar e. Ji ber vê yekê mirovên extiyar gelekî tehdê dibînin. Keça min carna dayikên extiyar datanî ser pişta xwe û dibir malê. Tiştekî ne rast ti carî nedikir. Li malê, li dibistanê, li her qadên jiyanê timî bi mirovên rast re têkilî danî û her tim mînak dihate dîtin."