Krîza di navbeyna PDK-YNK'ê de didome

PDK û YNK her çendî li ser avakirina hikûmeta nû li hev kiribin jî YNK tevlî rûniştinên parlamentoyê nabe. PDK jî li ser mijara seroktiya herêmê, hikûmeta nû li gorî bernameya xwe tevdigere.

Li gel peymana ku beriya bi çend rojan di navbeyna PDK'ê û YNK'ê de hatî îmzekirin jî li ser mijara Walîtiya Kerkûkê, seroktiya li Bexdayê, Seroktiya Herêmî û Hikûmetê guherîneke girîng çênabe, PDK li gorî bernameya xwe tevdigere.

Peyman di navbeyna du giregirên partiyê Kosret Resûl û Nêçîrvan Barzanî de hatibû îmzekirin, YNK piştî peymanê bi sê rojan tevlî rûniştina parlamentoyê nebû.

Heman rojê giregirên du partiyan li Hewlêrê civiyan. Rayedarekî ku tevlî civînê bûyî lê nexwestî navê xwe bide, got, civîn pir bi rageşî derbas bûye.

Rayedarê di behsê de got li ser nîqaşa hişk Lahor Şêx Cengî Talabanî ji civînê derketiye û ji bo vê jî  her çendî li ser mijara hikûmeta nû, walîtiya Kerkûkê, seroktiya li Kerkûkê û seroktiya herêmî li hev kiribin jî lihevkirina wan nameşe.

PDK BERNAMEYA XWE BI CIH TÎNE

Li gel peymana di navbeyna PDK û YNK'ê de jî PDK bernameya xwe didomîne, PDK plansaziya xwe dike, li gel peymanê jî di pêvajoya pêş de serokê herêmê jî hilbijêre. Endamê Parlamentoyê yê PDK'ê Zana Mele Xalid got dawiya Adarê wê Serokê Kurdistanê were hilbijartin, destpêka Nîsanê jî wê peywira avakirina hikûmetê bidin namzetê Serokwezîrtiyê.

YASAYA SEROKTIYÊ WÊ AKTÎF BIBE?

Ji bo avakirina hikûmeta Kurdistanê gava pêşî ew e ku Yasaya Seroktiya Kurdistanê were rojanekirin û aktîfkirin û Serokê Kurdistanê were hilbijartin.

Berdevkê PDK'ê Mehmûd Mihemed li ser mijarê got, beriya Newrozê divê yasaya Seroktiya Herêma Kurdistanê were çalakkirin.

Têkilî mijarê pisporên siyasetê û çavdêrên siyasî yên Başûr dibêjin, PDK bêyî ku bi YNK'ê re li hev bike nikare vê bike. Raya giştî ew e ku PDK bi van gavan dixwaze YNK'ê bikişîne nav şertên xwe, heke YNK van şertan qebûl bike wê hêza xwe ya li herêmê ji dest bide û bikeve rewşeke ku nema bikaribe Silêmanî jî rê ve bibe.