Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Desthilatdarî kujerê bi deh hezaran kesî ye

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê ya HDP'ê diyar kir ku desthilatdariya siyasî hewl dide berpirsyariyê ji ser xwe biavêje, demografiya herêmê biguherîne û got, "Desthilatdarî bû kujerê bi deh hezaran mirovî."

Navenda Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê têkildarî erdheja ku li 10 bajaran rê li ber karesateke mezin vekir li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî astengkirina alîkariyan dan û li ber pankarta "Dem dema piştgiriyê ye, roj roja hevgirtinê û dest bi dest mezinkirinê û pêçandina birînan e" daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan û Hevberdevkê Koordînasyonê Abbas Şahîn di daxuyaniyê de amade bûn.

Di destpêkê de Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy axivî û destnîşan kir ku ji roja ewil a erdhejê ve desthilatî ji bo destwerdanê gelek dereng maye û ev derengmayîn jî ji ber polîtîkayên yekperest û navendî derketin holê. Atasoy da zanîn ku tenê ne li Amedê wan li herêmên din ên erdhejê jî xebatên alîkarî û piştevaniyê kirine.

Hevberdevkê Koordînasyonê Abbas Şahîn daxuyanî xwend û diyar kir ku AKP piştî erdhej û bêtedbîrbûyîna erdheja Marmarayê ya 1999’an de pêk hatibû de bûye desthilatdar. Şahîn da zanîn ku desthilata AKP’ê ya 23 salî hê jî tu ders ji wê karesatê dernexistiye û hewl dide hemû xweza, çavkaniyên gel bike qûrbaniyên rantê û wiha got: "Rayedar, li Amedê saetên destpêkê nehatine li ser kavilan ku tenê 6 avahî ketibûn. Mudexileya ku di aliyê teknîkî de kêm mayî, piştî 13 rojan bi dawî bû û encama hilweşandina avahiyan de tenê li Amedê 409 kesî jiyana xwe ji dest dan."

Şahîn bal kişand ser lez û beza Koordînasyona ku ava kirine û wiha axivî: "Ji roja ewil a erdhejê ve partiya me koordînasyona krîzê ava kir û bi awayekî organîze xwe gihand cihên erdhejê û seferberiya alîkarî û piştevaniyê da destpêkirin. Di heman demê de 180 qadên kombûnê hatin tespîtkirin û ji 120’an re hevalên me hatin peywirdarkirin. Her wiha gelê Amedê birînên xwe derman kirin û dest bi pêçandina birînên herêmên din ên erdhejê kirin. Bi vê yekê pergala beredayî têk çû û pergala xwerêxstinkirî çawa dibe xwe nîşanî her kesî da."

Şahîn bal kişand ser şaredariyên HDP’ê ku qeyûm tayînî wan hatine kirin û wiha domand: "Eger qeyûm tayînî ser şaredariyên me nehatibûna kirin wê gel birînên xwe zûtir derman bikira. Dewleta ku 3 rojên destpêkê qet nehat herêmên erdhejê niha jî alîkariyan asteng dike. Hewldana çend kesan a ku ji bo berjewendiyê hemû civakê bindest bike, encama polîtîkayên dagirkerî û şer e. Piştî vê erdhejê me careke din dît ku hemû gelan berdêla mezinbûna li ser aboriya şer û rantê didin."

Şahîn daxuyanî wiha bi dawî kir: "Di qonaxa niha de; li aliyekê em hewl didin birînên xwe bipêçin, li aliyê din jî em li dijî pergala yekperest û rantê têkoşînê mezin dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî oportunîstên ku hewl didin ji felaket û mexdûriyetê sûd werbigirin bibêjin ‘MALA MIN, MALA TE YE’. Em bang li xwediyên xaniyan dikin ku ji heqê kirê bi hestiyar bin û bi dilxwazî bi gelê me re hevkariyê bikin."

Piştî daxuyaniyê Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan axivî û diyar kir ku roja yekem a erdhejê tu rayedarên dewletê tunebûn, gel xwe bi xwe bû û wiha got: "Em ji gelê xwe re gelekî spasdar in. Rêxistinên sivîl ên li bajêr û hêzên demokrasiyê bi awayekî lezgîn gihîştin qadên rûxiyane. Eger ku di rewşa awarte de bi vî awayî tevbigerin, mirovên me dikarin bijîn. Hêzên demokrasiyê ji bo kesên ku li Amedê û bajarên din mexdûr bûne û li derve mane alîkariyê dikin. Şert û merc pir giran in û divê em hevgirtinê di asta herî jor de bidomînin."

Ceylan bal kişand ser avahiyên ku li Amedê hilweşiyane û xesarên giran dîtine û wiha got: “Hejmarek zêde mirovên me bê mal mane, divê em xwe bigihînin gelê xwe yê bê mal û bê cih maye. Bi darê zorê gelê me koçber dikin. Dibêjin 'Ji Amedê herin bajarên din’. Gelo wê xelk li wir çi bike? Em gazî rayedaran dikin ku bi demografî û erdnîgariyê neleyîzin. Çi dibe bila bibe, divê em li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin. Gel bêparastin hiştin. Em ê her tim jiyanê biparêzin. Heke wisa nebûna, kêmasiyên wiha nedibûn. Şaredariyên ku di destê qeyûman de bûn, nikaribûn alîkariyê bidin. Hemû gel jî dizane ku dewletê erk û wezîfeya xwe bi cih neaniye. Amed vê hevgirtinê di encama têkoşîna 50 salan de derxist holê. Dermanê me gelê me ye, rêxistina gelê me ye. Hîn bi sedan mirovên me di bin xirbeyan de ne, bi hezaran mirovên me li derve bê mal in, em li hev xwedî derkevin. Werin em destê xwe bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin."