Nûçeya Lezgîn: Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin

Koordînasyona Komalên Ciwan: Li ser xeta hevrê Senar berê xwe bidin nava refên azadiyê

Koordînasyona Komalên Ciwan şehîd Senar Zagros bi bîr anî û got, "Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li ser xeta hevrê Senar têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin."

Koordînasyona Komalên Ciwan li ser şehadeta gerîlayê HPG'ê Senar Zagros (Serhat Goksû) daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Têkoşîna PKK'ê ku nîşaneya herî pîroz a şerê hebûn û azadiyê yê Kurdan e, her tiştên xwe bi meşa li ser bingeha rastiya şehîdan afirandiye. Her bihosta çiyayên bi heybet ên Kurdistanê bi xwîna keç û xortên xwe yên leheng hatiye avdan. Êrişên tunekirinê yên dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker, bi fedayîtiya şehîdên me ku bedena xwe kirin keleha berxwedanê, hatin pûçkirin. Rêber Apo bi gotina 'PKK partiya şehîdan e' karakterê têknaçe yê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê raxist pêş çavan. Têkoşîna me ku rastiya şehadetê veguherandiye havênê şoreşa me, lawazbûn li aliyekî, roj bi roj mezin bûye, li ser şopa şehîdan dijmin ê faşîst têk biriye. Niha jî di nava têkoşîna PKK'ê de her şehadet mîna xurtkirina pola, ji bilî tûjkirina têkoşîna me û hilanîna tola dîrokî ya ji dijminê qirker wê encameke cudatir bi xwe de re nîne.

9'ê Tebaxê me bihîst ku hevalê me Senar Zagros (Serhat Goksû) tevlî karwanê şehîdan bûye. Hevalê me Senar di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de ya li Bakurê Kurdistanê ya li dijî dewleta Tirk a mêtinger qierker, li eniya herî pêş a Berxwedana Geverê cih girt, di êrişa dijmin de bi giranî birîndar bû. Hevalê me Senar ku bi fedakarî û daxwazeke mezin a têkoşînê xwe li jiyanê girt, tevî ku demeke dirêj dihate dermankirin, ji ber giranbûna rewşa wî rakirin enxweşxaneyê, 9'ê Tebaxê şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevalê me Senar em sersaxiyê ji tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdan ditewînin.

Hevalê me Senar li yek ji kelehên berxwedanê yên welatparêziya Serhedê li Qereyaziyê ji dayik bû. Ji zarokatiya xwe ve bi nirxên têkoşînê, bi çanda welatparêziyê mezin bû û li dijî faşîzma dewleta Tirk xwedî kîn û hêrseke mezin bû. Tevlî karên ciwanan bû û li her qadê bû dilxwazekî azadiyê. Karên xwe yên li nava têkoşîna ciwanan têrker nedît û sala 2010'an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê PKK'ê bû. Bi daxwaz, hewldan û kedeke mezin cihê xwe di nava berxwedana ciwanan de girt, ji aliyê dijmin ê faşîst ve dîl hate girtin û demekê li zindanê ma. Di dema dîlgirtîbûnê de hêrsa xwe ya tolhildanê xurtir kir û soz da ku hesabê mezin ji dijmin bipirse. Li ser vê bingehê piştî pêvajoya zindanê bi daxwazeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê, weke gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê ala têkoşînê bilind kir.

Hevrêyê me Senar ku bi sekna xwe ya serhildêr, fedakar û tevlîbûna xwe ya bêhesab, taybetmendiyên şoreşgerî yên bingehîn di kesayetiya xwe de pêk anî. Tevlîbûna bi coş a li jiyanê, dilsoziya xurt a bi nirxên têkoşînê re û bi hevrêtiya xwe ya xurt bû kesayetekî şoreşger ê mînak. Hevalê Senar ti carî polîtîkayên dijmin qebûl nekir û bû sembola hesabpirsîn û tolhildana ji dijmin. Bi baweriya ku derba mezin li dijmin bixe xwe gihand, bi sekna xwe ku pêşengî ji wezîfeyên herî zehmet re dikir her tim li pêş bû. Di xeta Rêber Apo de xwe perwerde û şareza kir, xwe gihand kesayetiya şoreşger. Çawa ku di perwerde û birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de pêşengî kir, dema ku pêwîstî pê hate dîtin li Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê kete çeperê şer, pêşengî kir, dema ku pêwîstî hate dîtin beşdarî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Geverê bû û bû milîtanekî şareza yê Şerê Gel ê Şoreşgerî.

Hevrêyê me Senar têkoşîna xwe ya jiyanê ku li Serhedê da destpêkirin, li çiyayên berxwedanê yên Kurdistanê bi têkoşîna azadiyê re kir yek. Bû navê dilsoziya bi dozê re, hêrsa li dijî dijmin û jiyana bi fedakarî. Bi ruhê ciwantî jiyan, têkoşiya û bû sembola şerê li ser xeta fedayî. Hevrêyê me Senar mîrateyeke mezin ji ciwanên welatparêz û şoreşger ên Kurdistanê re hişt. Soza me jê re ew e ku bi têkoşîna têkbirina dijmin, heta misogerkirina azadiya Kuridstanê em ê bi rengê Senarî li ber xwe bidin, şerekî mezin bimeşînin!

Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê me dixwazin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li ser xeta hevrê Senar têkoşînê mezin bikin û tevlî nava refên azadiyê bibin."