KONGRA-GEL ji bo xurtkirina refên têkoşînê bang kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û bang kir, ku çeperên têkoşîna azadiyê bên dagirtin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Salvegera 35'an a Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê ku dîwarên tirsê hilweşand ên ku mêtingeriyê bi qirkirin û komkujiyan lê kir û ruhê serketinê ji bo gelê ma afirand, li afirînerê pêngavê li Rêber Apo, hevrêyan hemûyan, gelê me yê leheng û mirovên pêşverû pîroz dikin."

Daxuyanî wiha ye:

"Bi wesîleya salvegera 35'an a pêngavê di şexsê fermandar Egîd de şehîdên pêngava 15'ê Tebaxê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û di çarçoveya azadiya Rêber Apo û gelê xwe de soza xwe ya girêdana bi bîranîna şehîdan dubare dikin.

Li dijî faşîzma 12'ê Îlonê ku xwest ruhê şoreşger ê PKK'ê ku raperîna dawî ya Kurd e li zindanê tine bike, berxwedana ku li zindana Amedê bi ruhê 14'ê Tîrmehê dest pê kir bi ruhê serketinê yê pêngava 15'ê Tebaxê tacîdar bû û gihîşt armanca xwe. Yên ku bi ruhê serketinê li ber xwe dan bi ser ketin.

Ev ruhê serketina şoreşgerî yê ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin bû ruhê azadiyê yê gelên me, ji Kurdistanê derbasî Rojhilata Navîn bû û xwe gihand gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû. Li Rojhilata Navîn ku niha Şerê Sêyemîn ê Dinyayê lê diqewime, pêşengên milîtan ên xwe bi paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo xemilandine, bûne misogeriya paşeroja azad a gelên me û di guhertina demokratîk a herêma me de bi rola bingehîn tevdigerin.

Rejîma dewleta faşîst a ku Erdogan-Bahçelî-Ergenekon temsîl dike, ya ku bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bi ser nexistin dixwazin niha bi ser bixîne, Kurdan qir bike. Berdêla vê yekê çikandina çavkaniyên dewletê hemû jî be dixwaze destketiyên herêmî yên Kurdan tine bike. Bi vê armancê dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike û êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike, bi vî rengî destketiyan ji holê rake.

Lê belê tevî polîtîkayên şerê taybet jî nekarî berxwedana demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd têk bibe, berevajî vê yekê Tirkiye di mijara sosyo-aborî de lawaz kir û gihand asta hilweşînê. Erdogan û sîstema dewleta mafya ya faşîst a tekparêz ku ava kir, wê nikaribe ji binê vê hilweşîna siyasî û aborî rabe. Sîstema dewleta faşîst a xwe dispêre înkar û tinekirina Kurdan êdî di pêvajoya hilweşînê de ye.

Berpirsyariya hemû hêzên Kurdistanî ye ku vê pêvajoya hilweşîna faşîzmê bi hev re pêşwazî bikin û bi hev re tevbigerin. Armanca rejîma dewleta Tirk a faşîst ku dijminê destketiyên herêmî yên gelê Kurd e ne tenê PKK û Bakurê Kurdistanê ye. Di serî de li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşî destketiyên gelê me hemûyan dike.

Li şûna sîstema dewleta faşîst a tekparêz, di vê demê de şert û merc hene ku dînamîkên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê di çarçoveya neteweya demokratîk de ji bo gelên me sîstemeke civakî ava bikin. Wezîfeyeke dîrokî ya dînamîkên demokraisyê ye ku di pêvajoyeke bi vî rengî de bi rengê herî xurt tevlî nava refên têkoşînê bibin.

Navnîşana çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê veguherîne girêka kor, Rêber Apo ye ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye. Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê bi vê zanibin; çavkaniya bingehîn a krîz û kaosa li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e, heta ku tecrîdkirina Birêz Ocalan û mercên esareta wî bidomin nepêkane ku pirsgirêk çareser bibe. Divê têkoşîna ji bo azadiya Ocalan bê geşkirin. Azadiya Rêber Apo mifteya azadiya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e.

 Di serî de jin û ciwan ku pêşengên gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn in, divê her hêzên alîgirê azadî û demokrasiyê ji xwe re weke wezîfeya herî stratejîk bibînin ku tevlî refên têkoşînê bibin ku têkoşîna sala 36'an a pêngava 15'ê Tebaxê encamê werbigire. Her kesên ku dixwazin di pêvajoya dîrokî ya hilweşandina faşîzmê de rola xwe hebe, em bang li wan dikin ku bi eşq û coşa têkoşîna azadiyê çeperan dagirin. Di vê pêvajoyê de dem dema vê yekê ye. Bersiva herî rast a li Rêber Apo, şehîdên 15'ê Tebaxê, gelên me û dîrokê wiha ye.

Di sala 36'an a têkoşînê de ya Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê em serketinê ji hevrêyên xwe hemûyan û gelê xwe re hêvî dikin, cejna vejînê careke din pîroz dikin."