Konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ li Kerkûk destpê kir-NÛ BÛ

Konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ li Salona Rewşenbîrî ya bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi tevlîbûna 100 delegeyan destpê kir.

Konferansa bi dirûşma ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ ku ji aliyê Tevgera Zehmetkêşan a Kurdistan û Sekoya Azadî ve li dijî dagirkerî ve hatiye organîzekirin li Salona Rewşenbîrî ya Kerkûkê destpêkir wê heta saet 17:00’an ê êvarî dom bike.

bernameya konferansê wiha ye:

Panela yekem:

Mijar: ‘Dagirkeriya li Başûr û bandora wê’ ji aliyê Dilsoz Xengen ve bê pêşkêşkirin

Mijar: ‘Bandora Dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê’

Mijar: ‘Nexşeya dagirkeriya Mîsaqî Mîllî  heta roja îro’ ji aliyê Dr. Hîwa Seyîd Selîm ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘'Li şûna şerê navxweyî yekîtiya netewî’

Panela duyemîn:

Mijar: ‘Dagirkeriya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistan, metirsiyên Tirkiye ya li ser Rojhilata Navîn û cîhanê’ ji aliyê Helemt Telanî ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘Ezmûna Rojavayê Kurdistan li bin dagirkeriya Tirkiyeyê’ ji aliyê Nûnera Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Başûrê Kurdistan Nûrşen Hisên ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘Metirsiya Tirkiye ya li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê’ ji aliyê Hawjîn Mele Emîn ve tê pêşkêşkirin.

Mijar: ‘Di nava pêkhateyên Kerkûkê de bi hev re di nava aştiyê de jiyîn’ ji aliyê Letîf Fateh Ferac ve tê pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî wê encamnameya konferansê bê ragihandin.