Konê berxwedanê yê li Şengalê di roja 38'an de ye

Xelkê Şengalê, ku ji bo xwedîderketina li saziyên xwe yên Rêveberiya Xweser ji 9'ê Cotmeha 2020'î û vir ve li ser piyan e, 38 roj in li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê nobedê digire.

Peymana navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ku li ser çarenûsa Şengalê bêyî Şengaliyan hate amadekirin, bû sedem ku xelkê Şengalê rabe ser piyan û bi her awayî li ber rabin.

Ji 9'ê Cotmeha 2020'î dema ragihandina vê peymanê û vir ve bi çalakiyên cihêreng Şengalî vê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Yek ji wan çalakiyan jî konê berxwedanê yê li pêşiya Navenda Asayîşê ye ku 38 roj in dewam dike.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" pêk tê û rojane ji herêmên cuda yên Şengalê mirov serdana çalakgeran dikin.

Ji Saziya Malbatên Şehîdan Xidir Hemo ji Rojnewsê re axivî, girîngiya vê berxwedanê vegot û diyar kir ku asayîş îradeya xelkê Şengalê diparêze, lewma divê Êzidî hemû xwedî li îradeya xwe derkevin.