'Komkujiya Helebçeyê ji bo cîhanê rûpeleke reş e'

Di 32’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de, Tevgera Azadî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku qetlîama Helebçeyê ji bo sîstema desthilatdarên cîhanê û dagirkerên Kurdistanê rûpelek reş û şermezarî ye.

Îro ji ser qetlîama bajarê Helebçeyê re 32 sal derbas dibin. Di 16’ê Adara 1988’an de Rejîma Baas ya Iraqê, ji aliyê Elî Kîmyavî ve bajarê Helebçeyê hate kîmyabarankirin. Di kîmyabaranê de 5 hezar Kurd hatin qetil kirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê wesîleyê jî Saziya Rêveberiya Tevgera Azadî daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî di de wiha hate gotin; “Beriya niha 32 salan, di encama kîna desthilatdariya Sedam Hisên, bi piştgiriya gelek hêzên herêmê û navnetewî, Helebçe bû qurbana kîmyabaranê. Di komkûjiya dijî mirovahî û gelê Kurd de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin. Ev êrîş ne tenê li dijî Helebçeyê bû, di heman demê de berdewama êrîş û sûcên di dîrokê de dijî hemû mirovahî û gelê Kurd e. Niha jî bi destê DAIŞ, Erdogan û Esed didome.

Komkûjiya Helebçeyê ji bo sîstema desthilatdar ya cîhanê û hemû dagirkerên Kurdistanê rûpeleke reş e. Tecrûbeyên Helebçeyê ji bo ku gelê me heya dawî ji bo pêşengtiya azadî û aştiya herêmê bi israr be bes e. Derketiye holê ku xelkê Helebçeyê baweriya xwe bi desthilata Kurd nayna ya ku her sal sozên xizmetê dide û nake. Diviya li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê budçeyek taybet ji bo Helebçeyê bihatiba destnîşankirin lê xizmetguzariyek nayê kirin.
Niha di herêmê de rewşek bi nakok heye. Her hêz û alî divê bi berpirsyartî danûstandinan bike û carek din şaşitiyên salên berê neyên dubarekirin. Pêwîst e piştgiriya siyaseta dagirkeran êdî neyê kirin. Ji bo ku karesatên wek Helebçe, Şengal û Enfal çênebe, pêwîstî bi yekîtiya netewî heye. Tenê yekîtiya netewî û yekrêzî dikare rê li ber dubarebûna Helebçeyan bigre. Divê hemû hewldanên me ji bo sazkirina Kongreya Netewî be.”