Komkujiya bi xwîn a Kerkûk a 28’ê Tîrmehê

28’ê Tîrmeha 2008’an bi sedan welatiyê Kerkûkê bi mebesta parastina mafên destûrî xwepêşandaneke demokratîk lidar xistibûn, lê encama wê bû komkujiyek bixwîn û şîn.

Di qonaxa desthilatdariya paşatiyê (1923-1958) û serdema komariyê (1958-2003) de Kurdên Kerkûkê bi destê hikumeta navendî ve hatibin çewsandin, piştî 2003’an jî ji ber siyaseta hikumeta Iraqê ya qaşo demokrasî ya Emerîkî rehet nebûne. Ew bajare di hemû şoreşên azadiya gelê Kurd de timî bedîlên mezin daye. Lê hem ji aliyê hikumeta navendî, hem ji aliyê desthilat ve hatiye piştguhkirin û tu carî çavên wan li ser kerkûkê nebûye, belku çavê wan li ser petrola Kerkûkê bûye. Îro 28’ê Tîrmehê rojeke bi xwîn ji bo Kerkûkiyan. Gelo bersiva wê xwîna kerkûkiyan piştguhkirinek ya bi wê şêwazê ye?

Di 22’ê Tîrmeha 2008’an de di nava parlementoya Iraqê de serokê wê demê yê parlementoyê Mehmûd Meşhedanî yasaya hilbijartina parêzgehan ji bo ku bikeve dengdanê xiste rojeva parlementeran. Naveroka madeya 24 a wê proje yasayê wiha bû ku madeya (140) a destûrî bê hilweşandin. Ji ber ku ev made li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê û wegera maf ji bo xwediyê mafan bi taybetî Kurdan tekez dike.

Di civîna parlementoyê de nûnerên Kurd û hema bêje giştî wan kesên ku li parlementoyê amadebûn dengê xwe dane wê yasayê. Wê demê hejmara parlementeran 275 kes bû. Li gorî yasaya parlementoyê pêwîst bû ku ji bo pejirandina her yasayek sê ji pênc a hejmara parlementeran amade bin. Her çiqasî ew hejmare amade nebû û nûnerên Kurd jî ji parlementoyê derketin lê 142 parlementer amade bûn ku ji wan 127’an deng dan yasayê.

NAVEROKA YASAYA 24 Û METIRSIYÊN WÊ YÊN LI SER KURDÊN BAJARÊ KERKÛKÊ

Di wê proje yasayê de çend biryar hebûn ku ji bo Kurdên bajarê Kerkûkê pir metirsîdar bûn. Mirov dikare bi kurtî çend xalên wê yasayê wiha bijmêre.

Li gorî xala yekemîn a wê proje yasayê, bajarê Kerkûkê ji hilbijartina qeza û navçeyên Kekrûkê bêpar dihêle.

Di xala duyemîn de hatiye tekezkirin ku desthilatên parêzgeha Kerkûkê li gorî 32% di navbera sê pêkhateyên Kerkûkê ango Ereb, Kurd û Tirkmen de tê parkirin û 4% jî ji bo Xirîstiyanan tê veqetandin. Ew belgeye jî dûr bû ji cewhera demokrasî û mafên gelê Kurd yên bajêr, ji ber ku rêjeya niştecihên Kurd yê bajêr her kêm ji 50% zêdetir e.

Her wiha di xala pêncemîn a wê proje yasayê de çend belgeyên metirsîdar heye ku di derbarê wan malbatên Kurd yên koçber ku piştî sala 2003’an vegeriyabûn Kerkûkê û bi pereyên xwe ji xwe re mal çêkiribûn e, lê ew proje yasaye mal û milkê wan Kurdan ne fermî û qaçax bi nav kir.

Bi şêweyek giştî Kerkûkiyan û pêşengên siyasî yên Kurd wê demê ew proje yasaye wek metirsiya li ser pêşeroja Kerkûkê hesiband û ew şêwazê nêzîkatiya hikumeta Iraqê ya li ser wê bajarê ji aliyê niştecihên bajêr nedihat pejirandin, ji ber wê jî bertek û nerazîbûnê berfireh bi xwe re anî.

XWEPÊŞANDANA MEZIN A 28’Ê TÎRMEHÊ

Piştî ku parlementoya Iraqê bi şêwazek derasayî ew proje yasaye erê kir, roja 28’ê Tîrmehê welatiyên Kerkûk, qeza û navçeyên hawîrdora wê bi tayebtî Kurdan ji taxên Rehîmava, Şorîce, Penca Elî, Azadî, Îmama Qasim, Şorav, Îskan, Feyleq, Ronakî, Qadisiye û hwd serê sibehê ji bo ku bi meş biçin ber avahiya parêzgeha Kerkûkê ji malên xwe derketin. Hemû welatiyan ku hejmara wan digihişt bi sedan kesî ber avahiya parêzgeha Kerkûkê kom bûn, tevlîbûna mezin ya gel a ji bo xwepêşandanê û bi hevrebûyîna partiyên Kurdî ji bo gelê bajêr bibû cihê kêyfxweşiyê. Herî kêm mirov dikare bêje ku ew demek dirêj bû bi taybetî Kurdên Kerkûkê wisa bi hevre nehatibûn dîtin, lewma dezgehên cuda yên medyayî kêlî bi kêlî dişopand.

Ew kêyfxweşî û şahî zêde dom nekir, xwekujekê bi teqandina xwe ve şahî têkda. Xwepêşandana aştiyane û aram ya Kerkûkiyan di nava xwînê de gevizand. Bi wê jî sînordar neman ji ber ku ji Eniya Tirkmen (MÎT’a Tirk ya li Kerkûkê) li ser banê mala xwe ve bi çekê BKC gule li welatiyen reşand, di encama wê de 25 sivîl şehîd bûn û bi sedan kes birîndar bûn.

Heta niha 12 sal li ser wê karesata bixwîn a Kerkûkê re derbas dibe, lê heta niha ji ber wê komkujiyê tu kesek nehatine cezakirin û detgîrkirin. Kerkûkî wê rojê weke rojek bixwîn û reş binav dikin.