Komeleya 78'an: Em ê li nava refên eniya 'NA' cih bigirin
Serokê Komeleya 78'an Şaxê Amedê Ganî Alkan diyar kir, ku ew ê ji rejîma şexsekî re bêjin 'NA' û got, "D dema 12'ê Îlonê de Kurdî li me qedexe bû. Niha li Tirkiyeyê, tevî Kurdîtiyê her tişt qedexe ye."
HULYA EMEÇ
AMED
în, 17 adarê 2017, 08:14
Komeleya 78'an, ku jenderasyona çalak a têkoşîna şoreşger li hev dicivîne û li 22 bajaran rêxistinbûyî ye, amadekariyan dike ku di referandûmê de li ber rejîma şexsekî rabe. Endamên komeleya 78'an, ku piştî darbeya 1980'ê bûn mexdûrê wesayeta leşkerî, li dijî nûkirina destûra bingehîn a darbeyê ya hatiye nûkirin, derdikevin. Serokê Komeleyê Şaxê Amedê Ganî Alkan sedema dengê xwe yê 'NA' ji ajansa re vegot.
'DI WÊ DEMÊ DE KURDÎ QEDEXE BÛ, NIHA HER TIŞT QEDEXE YE'
Alkan diyar kir, weke nifşê şoreşger wan gelek darbe dîtine û her tim di nava rewşa awarte de jiyan e. Alkan bibîr xist destûar bingehîn a darbeyê ya niha li Tirkiyeyê di meriyetê de ye, bi rêjeyek ji sedî 80-90 hatiye qebûlkirin û destnîşan kir, ku bi tirsa di wê demê de dixwazin destûra bingehîn çêbikin. Alkan anî ziman, pêvajoya heyî ji pêvajoya darbeyê ya 80'î derbas bûye û got, "Di dema darbeyê de jî ewqas mirov nehatin binçavkirin û girtin... Di dema 12'ê Îlonê de Kurdî li me qedexe bû. Lê niha tevî Kurdî her tişt li Tirkiyeyê qedexe ye. Di destûra bingehîn de, ku pêşkêşî referandûmê tê kirin, berjewendiya gelan nîne. Em ê ji vê Destûra Bingehîn a ku welêt ber bi felaketê ve dibe, bêjin 'NA'."
'EGER DENGÊ 'ERÊ' BI SER BIKEVE, WÊ KAOS Û ŞER GIRAN BIBIN'
Alkan li ser sedema dengê xwe yê 'NA' jî got, "Ev guhertin, bicihanîna biryarnameyên di dema Rewşa Awarte de xistin meriyetê, ye. Eşkere û zelal e bê destûra bingehîn a ji 18 xalan wê rê li ber çi veke. Yek mirov, yek şexs. Bi xapandina 'hilbijartineke demokratîk' erk ji kesekî re tê dayîn. Dibe ku xwedî maf ku li gorî dilê xwe vê erkê bi kar bîne. Bicihanîna Rewşa Awarte bi rêya qanûnî ye. Ji niha ve bandora qanûnê tê dîtin. Di xebatên referandûmê de ji bo hinekan her tişt serbest e, ji bo hinekan jî her tişt qedexe ye. Tevî ku du enî hene jî, her roj êrîş li eniya 'NA' tê kirin. Ev yek tê dîtin; eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve, wê kaos û şer her giran bibin."
'EV HÊZ WÊ DI REFERANDÛMÊ DE DERKEVE HOLÊ'
Alkan anî ziman, eger hilbijartineke demokratîk pê were, wê dengê 'NA' bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve û ragihand, ev eniya 'NA' li siberoja Tirkiyeyê difkire. Alkan destnîşan kir, cihê fikar û gumanan e, ku demeke kin beriya referandûmê li gelek deveran derketina derve tê qedexekirin û biryar tê dayîn sindoq ji bo cihekî din bên veguhastin. Alkan got, "Bi hezaran kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatin girtin û doz li gelekan hatin vekirin. Niha şert û mercên azadiya ramanê nîne, lewma pêkhatina referandûmê di rewşeke vî rengî de, me dixe nava fikaran. Bi girtina parlamenteran re dixwazin çavê gel bitirsînin. Dixwazin ji her kesî re bêjin, 'hûn ê hemû werin girtin'. Vê dikin jî. Di 1'ê Mijdarê de bi gotina, 'wê şer derkeve' deng xwestin. AKP niha jî bi heman taktîkê hewl dide yên dibêjin 'NA' weke terorîst an jî sûcdarên gengaz nîşan bide. Li Tirkiyeyê, hêzeke ku dikare AKP'ê bisekinîne heye. Ew jî wê di vê referandûmê de derkeve holê."
'EM DI NAVA REFÊN ENIYA NA DE CIH BIGIRIN'
Alkan diyar kir, heta referandûmê ew ê ji bo dengê 'NA' bixebite û got, "Ji ber berpirsyariya me ya li pêşberî civakê û nifşên nû, me bi hemû xebatkarên xwe re dest bi karê ji bo serketina dengê 'NA' kirin. Em ê li kolanan, li nava sûkê, li her devera bajêr bibin xebatkarên çalak ên eniya 'NA'. Me li hemû herêmên Tirkiyeyê dest bi karê xwe kirine. Em bang li her kesî dikin ku tevlî nava refên eniya 'NA' bibin."