Kombûna gel a li Cizîrê: Rizgarî bi Ocalan dibe

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşan dide û gotin, "Çareserî li Îmraliyê ye."

Qonaxa 3'emîn a Bernameya Têkoşîna Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnexê dewam dike.

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û heyeta bi wan re, li Cizîrê li qada Katranê hatin pêşwazîkirin. Heyet piştre derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bû. Bi beşdariya parlamenter û hevşaredarên HDP'î, her wiha gelek ji şêniyên bajêr, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

AYDENÎZ: GEL SERÎ HILDIDIN

Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Li dijî saziyên me, li dijî gelê me û partiya me, li dijî paradîgmaya me êriş tên kirin. Divê em çawa li ber van rabin? Em dixwazin vê yekê nîqaş bikin."

Aydenîz ragihand ku wê heta 1'ê Îlonê bi gel re bicivin û got, "Li herêmê Şerê Dinyayê yê Sêyemîn diqewime. Dixwazin Şerê Dinyayê yê Sêyemîn di ser gelên Rojhilata Navîn re bidomînin. Ev şer ji aliyê dewletên serdest ve tê meşandin. Birêz Ocalan dibêje ku ev şer di navbera sîstema kapîtalîst û sîstema demokratîk de tê meşandin. Hêzên dîktator ji bo rêveberiya faşîzan rewa bikin, êrişên xwe dewam dikin. Lê belê li aliyê din gel hene ku li ber vê sîstemê û zilmê serî hildane û li her derê bi pêşengiya jinan têdikoşin."

'OCALAN RÊYA RIZGARIYÊ NÎŞAN DA'

Aydenîz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe rêya rizgariyê nîşanî gelan da û got, "Di serî de ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bûye model. Lê belê îro ev hêzên faşîzan li gorî berjewendiyên xwe dixwazin Rojhilata Navîn ava bikin. Lewma êrişê dibin ser Rojava ku jiyaneke nû lê tê avakirin. Ev êriş li dijî paradîgmaya Ocalan e û êriş didomin. Ji ber vê yekê yekîtî û têkoşîna hevpar a gelê Kurd a li dijî van êrişan divê bibe pîvana bingehîn a her kesî."

'EGER EM NIKARIBIN BIBIN YEK EM Ê NIKARIBIN GAVÊ BIAVÊJIN'

Aydenîz işaret bi girîngiya yekîtiya gelê Kurd kir û got, "Gelê Kurd dixwaze li Rojhilata Navîn û 4 parçeyên Kurdistanê yekîtiyê pêk bîne. Di dawiya vî şerê 40 salî, 100 salî de gelê Kurd hîn bû ku heta nebe yek wê nikaribe gavekê biavêje. Eger siyasetmedarên Kurd vê yekîtiyê pêk nînin wê sedsalên din bi paşve biçin. Gel bûye yek, lê belê divê êdî siyasetmedar jî bibin yek."

OZGURK: EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî Mehmet Tûnç û Asya Yuksel bi bîr anî ku li Cizîrê di jêrzemînan de bi hovane hatin qetilkirin. Ozgurk diyar kir ku Tirkiye li ser faşîzmê ava bûye û got, "Ew bi çavê dijminan li me dinerin. Divê em çi bikin, lazim e em li ser wê rawestin. Sekna Cizîra Botan ji aliyê tevahiya Kurdistanê tê zanîn. Em ê bersiva pêwîst bidin yên ku ji me re dibêjin 'hûn nînin'. Li çar parçeyên Kurdistanê, rejîm ji bo êrişî Kurdan bikin dibin yek. Ji bo gelê Kurd tune bibe, hêzên çar welatan dibin yek. Divê em jî li dijî vê bibin yek."

'RÊYA ÇARESERIYÊ, BIRÊZ OCALAN E'

Ozturk destnîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê ti pirsgirêk çareser nabe û got, "Hûn nikarin pirsgirêka urd bi çekê, bi şer çareser bikin. Li dinyayê mînakeke wiha nîne. Rêya çareseriya vê pirsgirêkê Birêz Abdullah Ocalan e."