Komalên Ciwan pêngav silav kir

Koordînasyona Komalên Ciwan, pêngavên ciwanên Kurdistanê yên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê silav kir û diyar kir, "Her kesên dixwazin Kurdistanê bişewitînin divê zanibin ku şewata li Kurdistanê wê bi her deverê bikeve."

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Ciwan de hate gotin, "Di encamên texrîbatên Modernîteya Kapîtalîst de yên li cîhanê ku vîrûsa koronayê derxistiye û bêhn li gelan çikandiye, hêzên hegemonîk xwestine rewşê veguherînin firsendê. Lewma di destpêkê de li Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn hewl didin payê jê werbigirin. Rêveberiya şer a AKP-MHP jî dixwaze ji vî şerê ku navenda wê Kurdistan e, jixwe re qetek ji pasteyê bigre."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, "Li ser vî esasî rêveberiya şer a AKP-MHP bi xeyalên xwe yê nû yê Osmanî li ser axa Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê di asta herî jor de didomîne. Ji milê din jî ji bo ji krîza navxweyî a kûr dibe derkeve, êrîşî her beşê ku li beramberî wan disekine dike."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li hemberî vê yekê, Rêberê me bi avakirina modela Modernîteya Demokratîk ji bo hemû krîz û aloziyan çareseriyan pêşkêş dike. Ji bo gelê Tirkiye û Kurdistanê ji lepên faşîzma ku wek ewrekî reş li ser wan belav bûye rizgar bike, modelek nû a jiyanê pêşkêş kiriye."

'BERXWEDANA BI HEYBET DIDOME'

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Wek ev meha berxwedanê ya em di nav de ne nîşanî me daye, têkoşîna bi Rêber APO destpêkê kiriye û di 15’ê Tebaxa 1984’an a bi pêşengtiya Fermandar Egîd li Eruhê fîşeka yekem teqandiye, vejîna Kurdan derxistiye holê. Doh berxwedana birûmet bi hevrê Egîd destpê kir, îro li Heftanînê di şexsê Nucanan, Esmeran, Dogayan û Rusteman derxistiye holê ku wê serketin û azadî teqez biser bixine.

Serkêşê faşîst Erdogan û çeteyên wî bi teknîka pêşketî ya sedsalê hertim di nava kirina demagojiyê de ye. Her roj di çapemeniya şerê taybet de qîrinê wan zêde dibe û bîlançoya şer bi awayekî berevajîkirin pêşkêşî civakê dike û bi vê rêbazê dixwaze civakê bixapine. Çiqasî bixwazin vê rastiyê berevajî bike jî, heqîqet nîşan dide ku leşkerên bi peran ên rêveberiya şer a AKP-MHP'ê li beramberî berxwedanê yan dînûharî derbas dike û xwedikuje, an jî çeka xwe di xwe de diteqîne, hezar rê û rêbazan diceribine da ku ji şer bireve. Berxwedana pêşketiye, rêveberiya şer a AKP-MHP û çeteyên wan ên paramilîter wek li Zap, Avaşin, Nisêbîn, û Efrînê çawa sendromê pê da jiyan kirin, îro jî li Heftanînê li beramberî berxwedanek hin mezintir sendromê dide jiyan kirin.

Rêveberiya şer a AKP-MHP'ê ku yekane armanca wê dagirkirina Kurdistan û Gelê Kurd di qirkirinê de derbaskirin e, hemû polîtîkayên faşîzane ê pêş dixe, xizmetî vê dike. Rêveberiya şer a AKP-MHP ew serketinên bi riya leşkerî nikare bidest bixe, dixwaze bi polîtîkayên xwe ên şerê taybet li ser Gelê Kurd, taybet li ser hêza civakê a dînamîk, li ser beşa Ciwan û Jin pêk bine. Bi taybet di demên dawî de fealiyetên dewletê yên şerê taybet mînak vê ya herî zelal e. Li kêleka vê li dijî berxwedana jinan êrîşên ku pêşketine, zêdebûna bûyerên tundiya li ser jinan, qetlîam û destdirêjî jî yeko yeko encamên polîtîkayên şerê taybet in. Wekî din, bi fuhûş, tiryak û polîtîkayên sîxurkirinê dixwazin Ciwanên Kurdistanê ji berxwedanê dûr bixin, bê nasname bêhêlin, bê îrade bikin, ji nirxên exlaqî û civakî bê par bihêle û taybetmendiya ciwanan a berxwedaniyê bitepisînin. Ji ber vê rêveberiya şer a AKP-MHP bêrawestandin êrîşî ciwanan û jinan dike û bi vê rêbazê hewl dide emrê xwe dirêjtir bike. Her çiqas êrîşên faşîst roj bi roj zêdetir bibin, li beramberî vê berxwedana ku pêşdikeve jî zêdetir dibe. Îro li her deverê Kurdistanê, destpê ciwan û jin, demokrat û sosyalîst li dijî hemû êrîşên rêveberiya şer a AKP-MHP'ê hertim di nava berxwedanê de ne. Hemû civak û taybet wek Ciwanên Kurdistanê pêwiste em bizanin ku têkoşîna bi berxwedana yek kesî destpê kiriye, îro destanan dinivîsine. Ji ber vê jî her serî rakirinek wek xencerekê dikeve dilê rêveberiya şer a AKP-MHP'ê û wê dilerizîne. Ji ber vê sedemê jî êrîşî hemû beşên civakê yên dînamîk dike û dixwaze bi vî awayî agirê berxwedanê bitefine.

Li ser vî esasî bi sekna rûmet a Ciwanên Başûr ku di kêliyê de ji Berxwedana Heftanînê re bû bersiv, pêwiste Ciwanên Kurdistanê li her cihê ku lê ye tevlî vê berxwedanê bibin û pêwiste bizane ku dema ji bo bersivdayîna tûj a êrîşên rejîma qesrê a AKP-MHP'ê hatiye. Bila neyê jibîr kirin ku bi mezinkirina berxwedanê em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin û axa Kurdistanê ji dagirkeran pakij bikin. Di vê berxwedanê de para mezin dikeve ser Ciwanên Kurd, Jinên Ciwan û Ciwanên çep-sosyalîst ku li dijî faşîzmê cihê xwe digrin.

Ciwanên Kurdistanê ku di vê zanebûnê de ne, ji Ciwanên Bakurê Kurdistanê bigre heta Başûrê Kurdistan, ji Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bigre heta Ciwanên li Ewrûpa bi derketinên pengavî raber kirin ku ew ê rê nedin dagirkeriyê û polîtîkayên şerê taybet ê faşîzma AKP-MHP'ê. Di serî de derketina pêngavî ya Ciwanên Bakurê Kurdistanê a “Tolhildana Sor”, ya Rojava a “Em ê Teqez bi Serbikevin”, ya Başûrê Kurdistan a “Dagirkeriyê Birûxine” û Ciwanên Kurd li Ewrûpa a “Bi hev re Serhildan” biryardarî û baweriya ku wê Ciwan di vê pêvajoya dirokî de koka faşîzmê bînin nîşan dide.

Em wek Komalên Ciwan wan derketinên pêngavî silav dikin û bi vê re girêdayî bang Ciwanên Kurdistanê dikin, da ku dijî dagirkeriya faşîst di refên berxwedanê de cihê xwe bigrin, ji bo ku ev derketinên dirokî hin mezintir bibin. Ciwanên Apoyî ê Kurdistanê bi wêrekî û rihê ji berxwedana dirokî a Heftanînê girtiye, wê agirê şoreşê geştir bike û wê axa xwe ji dagirkeran re bike goristan. Kesên dixwazin Kurdistanê veguherînin cihê şewatê, bila bizanin ku her agirê li ser axa Kurdistanê wê wan jî bişewitine.

Li ser vî esasî di serî de bi Pêngava dirokî a berxwedana a 15’ê Tebaxê ku di pêşengtiya Fermandarê mezin Egîd de destpê kiriye, û îro hevrên ku agirê şoreşê ji çiyayên Kurdistanê derbasî metropolên Tirkiye kirin, em berxwedana wan silav dikin û cardin biyardariya ku heta rejîma faşîst a AKP-MHP'ê neyê tunekirin em ê berxwedanê mezin bikin, didin nîşandan."