Koma nû çalakiya li Wanê wergirt

Ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê çalakî hatibû destpêkirin. Koma 5’an çalakî dewr girt.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Ji bo xwedîlêderketina greva birçîbûnê li Wanê çalakî hatibû destpêkirin. Gelek kes tevlî çalakiya li avahiya HDP’ê ya Îpekyolûyê ya Wanê bûn.

HETA KU TECRÎD WERE RAKIRIN

Çalakger Rojbîn Akdag diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, li ser hemû gelan tê kirin. Akdag got ku “Em naxwazin li girtîgehan tiştek bi kesî were. Em bawer dikin ku wê çalakiyên me bigihêjin encamê. Heta ku tecrîd were rakirin, wê çalakiya me bidome.”

Seyfettîn Erdaş jî got ku “Ji bo rakirina tecrîdê em greva birçîbûnê didomînin. Di vê pêvajoyê de em dibînin ku ji ser Ocalan, tecrîd li ser gelê Kurd tê kirin. Em ê bi hevalên xwe yên berxwedêrên greva birçîbûnê re bin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”