Kolberek hate qetilkirin
Leşkerên Îranê li Pîranşarê êrîşî komek ji kolberan kirin. Ji ber êrîşê kolberekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 20 hespên kolberan jî hatin kuştin.
Leşkerên Îranê li Pîranşarê êrîşî komek ji kolberan kirin. Ji ber êrîşê kolberekî jiyana xwe ji dest da. Her wiha 20 hespên kolberan jî hatin kuştin.
Hêzên rejîma Îranê doh êvarê bi çekan êrîş birin ser komek ji kolberan a li navbera sînorên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.
Ji ber êrîşê Faxir Ebdulahî yê 25 salî jiyana xwe ji dest da.
Hêzên rejîma Îranê piştre li hespên kolberan reşandin û 20 hespên wan qetil kirin, her wiha malên kolberan jî desteser kirin.