KODAR: Ji bo felaketeke mezin çênebe divê Îran guherînên mezin pêk bîne

KODAR: Eger tovê guhertineke demokratîk di van hilbijartinên pêş me de neyê avêtin wê felaketeke mezin rû bide. Her wisa eger niyeteke wan a guhertinên demokratîk jî heye divê hîn ji niha ve sînyalên wê bidin.

Komelgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) der barê hilbijartinên serokkomarî û parêzgehên Îranê ya di 19’ê Gulana 2017’ê de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got; “Di demeke wiha de ku em nêzî hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên bajar û parêzgehên li Îranê dibin, Rojhilata Navîn ji demeke  herî kritîk  derbas dibe. Xala esasî ya qeyranê xwe dispêre berxwedana li hember guhertinan û bi awayekî vekirî dijayetiya li hemberî azadî, demokrasî û wekheviyê. Hevsengiyên heyî li hember demokrasiyê bi awayeke neyînî li berxwe dide. Ev jî dibe sedem ku gelek caran hêzên derve mûdexeleyê bikin û ne ku birîna kûr a Rojhilata Navîn bipêçin, berovajiyê wê gelek caran di navenda wê de birîn û qeyranên din jî çêdikin.”

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Bilezbûna qonaxa têkçûna DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê, hatine ser kar ya Donald Trump, bi metirsiyê hisîna welatên Erebî, nîgeraniyên Îsraîl li beramber mûdexeleyên Komara Îslamî ya Îranê li herêmê vê îhtîmalê zêdetir dike ku Îran bibe yek ji xaleke esasî ya qeyran û guhertinên li herêmê. Di rewşeke wiha de îhtîmala mûdexeleyên derve jî zêdetir dibe.Valetiya siyasî û bê çareserî mayîna hiqûqê di nava civaka Îranê de, bê pêkanîna demokrasiyê bi dezgehên ewlekarî (emnî) û leşkerî, ancax ji bo niha bikare pirsgirêk û qeyranên xwe yên dijî, derxîne derveyî sînorên xwe. Niha ji herkesî zêdetir dikeve bin zextekî de. Zêhniyeta Komara Îslamî ya Îranê li ser vê bingehê ava bûye ku bê amadekirin û pêkanîna hîmên demokrasiyê di nava Îranê bixwe de, dixwaze li herêmê  bibe desthilat. Eşkere ye ku ev daxwaza Îranê, ji bo pêşxistina qadên diziyê li derveyî Îranê  bê hewldana pêşxistina demokrasiyê û wekheviyê di nava welat de wê rewşeke aloz û metirsîdar saz bike.”

‘DIVÊ REJÎMA ÎRANÊ ENCAMÊN GIRÎNG JI QEYRANA SÛRIYÊ DERBIXE’

KODAR’ê got; “Komara Îslamî ku bi şêwazeke rasterast di warê siyasî û leşkerî de di nava Suriyê de rol dilîze, pêwîste li şûna tekperestiya siyasî û mûhendîzekirina civakê bi rêya mekanîzmayên ewlekarî, leşkerî û bangeşeyî zêdetir girîngî bide daxwazên civaka Îranê.  Ji derveyî vê têgihiştinê em çawa dikarin encam ji felaketa li Sûriyê derxin? Helbet eger wê komara Îslamî encamên girîng ji qeyranên li Sûriyê tên jiyîn derbixe, divê bê navber û bê ji destdana derfetan û paşçavkirina daxwazên siyasî û hiqûqî yên gelên Îranê û her wiha bi taybet jî daxwazên gelê Kurd ku bi têkoşîna xwe hewl dide desthilatiya navendî  kêm bike, divê rola hêzên rewa yên gel zêdetir bike. Herî kêm hemû hewldan divê ji bo pêşîlêvekirineke  demokratîk be. Ev jî ancax bi naskirina mafên gelên Îranê, bi taybet jî gelê Kurd, mafê jinan, baweriyan pêkan e.

‘DESTGUHERTINA DESTILATÊ REWŞÊ BAŞTIR NAKE’

Karnameya dewleta Rûhanî ya di mijara siyasî, civakî û bi taybet jî di mijara nebûna azadiya neteweyan û baweriyan de, xirab e. Destguhertina desthilatÊ rewşê baştir nake û guhertinek ji bo çareseriya welatiyên Îran û gelê Kurd saz nake. Ji bo gihîştina bi demokrasiyê, pêwîst e di aliyekî de fikra totalîter biguhere û di aliyê din de jî esasên desthilat li Îranê bibin hevdeng û paralel bin bi hezên guhertinxwaz re. Ji ber vê hîna jî siyaset li Îranê di paradokseyeke bingehîn de êşê dikişîne û ev jî ji vêya jêdera xwe digire ku eger serokê dewletê ne yek deng be li gel çarçoveya fikrî ya desthilata Îranê, tê kontrolkirin. Yan wê wî têk dibin yanj î eger bi desthilat re bibe yek ku hîç hêzeke xwe ya ji bo guhertinê namîne, ji xizmetkarekî zêdetir, ti bendewariyeke din jê nabe.”

KODAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişande ser rewşa aborî ya li Îranê û wiha dewam kir; “Di aliyekî din de jî rewşa aborî ya dewletê û hikûmetê ya ji bo başkirina rewşa jiyana welatiyan vê rewşê îspat dike ku bê pêşxistina demokrasî û azadiyan ev ne pêkane. Ezmûnê gelek welatan vê îspatkiriye û nimûneya vêya berçav jî wek Tirkiyeye ku pêşxistina aboriyê bê pêşxistina demokrasî û civakîbûnê, ta çi radeyekî demiye, lewaze û şaş e.”

KODAR’ê dewama daxuyaniyê xwe de wiha jî got; “Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li Îranê, di çarçoveyeke exlaqî û teorîk de siyasetek demokratîk û pejirandina mafê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd weke rêya herî gûncav dibîne. Her wiha berdêla vê rêyê ji ya destwerdana derve jî kêmtir e. Her wiha ji siyaseta li gel derve bi rûken û ji bo navxweyî jî weke mista hesin baştir e. Eger ku ev hişmendiye tenê di nava hêzên guhertinê dixwazin de be, ji aliyê rayedar û pêkhateyên cûda yên desthilata Îranê ve neyê pêkanîn, wê berdêla wê girantir be û nerazîbûnên civakê wê berfirehtir bibin. Di vê çarçoveyê de dikarîn bêjin ku hilbijartinên dema pêş ên Serokkomartiya Îranê wê çarenûsa pêşeroja Îranê eşkere û zelal bike. Wê diyar bibe gelo desthilata Îranê dixwaze heman şêwaza xwe dewam bike yan jî ji bo guhertinên demokratîk wê gav bavêje.”

‘KODAR WÊ DI XETA SÊYEMÎN DE ROL BILÎZE’

KODAR’ê wiha dewam kir: “Di vê çarçoveyê de KODAR wê di pêşxistina xeta sêyemîn de rol bilîze. Em weke KODAR vê rewşa niha ya heyî qebûl nakin û destwerdanên derve jî weke çareserî nabînin. Her wisa em ne şêwazê desthilatdariyê û totolîteriyeke mûhafazakar aqilane dibînin, ne jî alîgirê çareseriya lez û bez ya reformxwazin. Hişmendî, bername û stratejiya karê KODAR’ê gihiştina bi rewşekî demokratîk a fikrekî pir cûda ya reformxwaziya nava Îranê de ne. KODAR di aliyê stratejî de bi esasgirtina modela xwerêveberiya demokratîk di çarçoveya Îranê de û danîna hîmê neteweya demokratîk  esas digire. Ev hişmendiye ji dîktatorî û cihêkariyên civakê pir dûr e. KODAR di heman demê de ji tevlîbûna hemû çîn û pêkhateyên cûda yên civakê pêk tê. Her wiha di mijara siyaset û biryardayînê de beşdarbûna netewe, bawerî û jinan pêwîst dibîne.

Ew fikra ku KODAR parastina wê li dijî hişmendiya dîktatorî, reformxwazî û deshilatan a dibêje ‘para mina a di desthilatê de çend e’, bi hişmendiya  para civakê, para gelan, jin, baweriyên cûda û azadiyan çende, tevdigere. KODAR li cihê ku bi şêweyek nerazî tevlî desthilata siyasî û aborî bibe, difikire ku hemû çînên cûda, hemû hêzên hatine paşçavkirin tevlî nava demokrasiyek radîkal bike.

Ev jî di demek wisa de ye ku zêdetir hêzên aktîv weke hêzên desthilatxwaz û dîktator ne xwedî fikra parvekirina rêveberiyeke adilane, li ser bingehê wekhevî hiqûqî, siyasî û olî ne. Ti baweriyek wan bi xwerêveberiya demokratîk û sîstema nenavendî ya desthilatê nîne û rêyên wan ên çareseriyê bi armanca sazkirina azadiyeke xapînoke.

Helwesta KODAR’ê ji bo ragihandina kota û helwesta xwe ya derbarê hilbijartinên serokkomartiyê de girêdayî helwesta hêzên tevlî hilbijartinê dibin û helwesta desthilatê ji bo çareseriyekî demokratîk e. Li gor vê jî tevlîbûna hilbijartinan an jî boykotkirina pêşwext a hilbijartinê li gor fikra KODAR’ê ne rêyeke aqilaneye. Eger desthilat bixwaze sîstema xwe ya niha berdewam bike û dijî guhertinên demokratîk bisekine, eşkereye ku wê hem KODAR hem jî hezên guhertinxwaz nebin beşek ji vê. Berovajiyê vê ger desthilat û hêzên tevlî hilbijartinê dibin bi hişmendiyekî temam ji bo peydakirina çareseriyekî demokratîk gav bavêjin û amade bin ku erka xwe ya ji bo demokratîkirina sîstem û heqîqetê pêk bînin, wê hem KODAR û hem jî hêzên din ên guhertinan dixwazin berpirsiyartiyên xwe pêk bînin.

‘JI BO FELEKETEKE MEZIN ÇÊNEBE DIVÊ ÎRAN GAVAN BAVÊJE’

Ji ber vê jî em dibêjin ji bo felaketeke mezin rû nede divê desthilata Îranê, ji bo guhertinên mezin gav bavêje. Ji lewma eger hewldanekî wan yê ji bo guhertinê wê hebe divê hîn ji nihave sînyalên guhertinê bidin û vêya eşkere bikin.” 

Di dawiyê de jî KODAR’ê wiha got; “Komelgeya Demokratîk û Azadîxwaz a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi israrkirina li ser xeta sêyem daxwaz ji hêzên tevlî hilbijartinê dibin û desthilata Komara Îslamî ya Îranê dike ku di vê rewşa hestiyar û dîrokî de, li cihê meşandina krîz û mûhendîziyeke siyasî û ewlehî ya civakê ku civakê ber bi felaketeke mezin ve dibe, pêvajoya çareseriya krîz û peyamên aliyên peywendîdar ji bo çareseriyekî demokratîk û bingehîn, esas bigire. Di vê çarçoveyê de KODAR di demek nêzîk de nexşerê û daxwazên demokratîk ên gelê Kurd û gelên din ên Îranê amade dike û belav dike. Weke encam helwesta KODAR’ê û beşek ji hêzên guhertinxwaz, wê girêdayî amadebûna zêhnî, sîstemî ya hêzên desthilat û yên tevlî hilbijartinê dibine be.”