KODAR'ê helwesta xwe ya li ser yekîtiya neteweyî eşkere kir

KODAR'ê, têkildarî xebatên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî, belgeyek li ser helwesta xwe eşkere kir.

Komalgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), têkildarî xebatên KNK'ê yên ji bo yekîtiya neteweyî, belgeyek li ser helwesta xwe eşkere kir. KODAR'ê diyar kir, ku sînorên li Rojhilata Navîn ji nû ve tên destnîşankirin û hêzên hegemonîk mîna berê nikarin hegemonya xwe li her derê belav bikin. KODAR'ê ragihand, gelên Rojhilata Navîn bi taybetî gelê Kurd xwedî wê hêz û potansiyelê ne, ku dikarin dawî li qirkirin û talanê bînin.

Di belgeya helwestê de hat gotin, "Li hemberî hêzên mudaxelekar û hêzên dagirker ên mîna DAIŞ'ê, tenê demokrasî û azadîxwazan karîbûn li ber xwe bidin. Weke ku di mînaka gelê Kurd de tê dîtin, hemû êrîş û heybeta van hêzan ji hev hatin xistin. Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya bi pêşengiya hêzên Kurdistanî hate avakirin, hem serketina hêzên demokrasî û azadîxwaz e, hem jî derbeke mezin e ku li hêzên talan, hilweşandin û dagirkeriyê hatiye xistin."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ WEZÎFEYA ME HEMÛYAN E

KODAR'ê işaret bi girîngiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kir û der barê êrîşên Îran û Tirkiyeyê yên li dijî destketiyên gelê Kurdistanê got, "Bêguman ne Tirkiye, ne jî Îran destketiyên Kurdan ên li Bakurê Sûriyeyê qebûl dikin. Ev her du dewlet, ji bo destketiyên gelê Kurd ên bi gelên herêmê re tine bikin, bi her şêwe paşverûtî, faşîzm û fûndamentalîzma olî hevkariyê dikin. Gelên Kurdistanî jî haya xwe ji vê xeteriyê heye û ji bo paşerojeke azad-demokratîk hewl didin. Yek ji karên sereke yên vê hewldanê jî yekîtiya neteweyî ye. Ev rewş weke wezîfeyeke jiyanî li pêşiya hemû partî, hêzên siyasî, rêxistin, saziyên civakî yên sivîl û rewşenbîran e. Şer û hilweşandina bi destwerdana vê firsendê re rû bidin, ne diyar e bê gelê me û welatê me bi ku ve bibin."

HEWLDANA LI SER BINGEHA NETEWEYA DEMOKRATÎK

Di dewama belgeya helwestê de KODAR'ê li ser rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurd sekinî û ragihand, sîstema dagirker dixwaze ji aliyê aborî, siyasî, çandî, dejenerekirin, koçberkirin, kuştin û ji gelek aliyên din ve dorê li civaka Kurd bigire.

KODAR'ê diyar kir, ew li dijî her şêwe neteweperestî, zayendîperestî, herêmperestî, pavşerûtî û mêtingeriyê ne û destnîşan kir, ku ew li ser bingeha neteweya demokratîk jiyaneke hevpar a bi hev re ya gelan bi rengekî wekhev, azad û demokratîk diparêzin.

PÊŞNIYARÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ

KODAR'ê di belgeya xwe ya helwestê de ji bo yekîtiya neteweyî ev pêşniyar li hemû hêzên siyasî, partî, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û civakê kir:

Di çarçoveya vê pêvajoya hesas de, bi ruhekî şoreşgerî û hişmendiyeke neteweyî bi awayekî çalak tevlî nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî bibin.

Baweriya bi xwe, baweriya bi têkoşîna gel bingeha her şêwe gavên leşkerî û siyasî ye.

Berjewendiyên neteweyî berî her tiştî tên. Divê her kes û sazî li gorî vê yekê têbikoşe.

Li gorî hesasiyeta vê pêvajoyê, lazim e her kes bi zimanekî çêker biaxivin, di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de xwe ji bêhêvîtî û gotinên hilweşîner vegirin.

Di nava civakê de yên herî zêde mafên wan tên binpêkirin jin in. Lewma divê jin herî zêde cihê xwe di nava vê pêvajoya dîrokî de bigirin, bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Ji bo hilweşandina zîhniyeta bi serdestiya mêr, pêwîste jin xwe hê bêhtir bi rêxistin bikin û bi awayekî çalak tevlî vî karê navborî bibin.

Divê her biryara di komxebat û konferansên ji bo yekîtiya neteweyî hatine girtin, ji bo azadiya jinê û civakê bin û kes li dijî vê dernekeve.

Girtiyên siyasî berxwedêrên rasteqîn ên her neteweyê ne. Xwedîderketina li wan xwedîderketina li exlaq û nirxên însanetiyê ye. Pêwîste karê ji bo azadiya girtiyên siyasî li her platformê bê kirin.

Pêwîste hêzên ji bo parastina xwezaya Kurdistanê dixebitin bên tevlîkirin û pêşniyarên wan li ber çavan werin girtin.

Rewşenbîrên ku ji bo paşeroja civakê bi roleke mezin radibin, divê vê rola xwe di pêvajoya yekîtiya neteweyî de bi rengekî hê çalak bi cih bînin.

Divê hemû civak û gelên cuda yên li Kurdistanê dijîn, li gorî rewşa wan a xweser tevlî vî karî bên kirin.