KODAR: Bi vîna azad wê komplo têk biçin

KODAR’ê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya dijî Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Bi vîna azad û helwesta netewî wê komployên dagirkerên Kurdistanê vala bên derxistin.”

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê-KODAR’ê îro bi boneya salvegera komploya navdewletî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek bi navê ‘bi vîna azad û helwesta netewî wê komployên dagirkerên Kurdistanê vala bên derxistin’ weşand.

‘HÊVİYA AZADIYA GELAN HÎN MEZINTIR KIR’

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser armanca komployê û wiha got: “Dewleta faşîsta Tirk bi dirûşma ‘yek welat, yek al, yek ziman û yek netewe’ hewlda di 9’ê Cotmeha 1998’an de zextê li Sûriyê bike û bi vî şêwey xwest Rêber Apo ji Sûriyê derxin. Li dijî radestkirina Rêber Ocalan a ji bo rejîma Tirk, nekarî gelê Kurd bê hêvî bike. Bi têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê, hêviya azadî û berxwedana gelan hîn mezintir bû."

KODAR wiha jî got; “Ewên plana dewlet-netew bingeh digirin, divê bizanin ti demê ne dostên gelan in. Ji ber ku timî li şer, kriz û alozî digerin. Belê ewên ku projeya neteweya demokratîk dibin bingehê têkoşîna xwe, ne ku tenê xwe ji şer, alozî û kuştinê dûr dixin, ji bo gelên herêmê di heman demê de aştî, azadî û wekheviyê dafirînin.”

‘ARMANCA TINEKIRINA KURDÊN AZAD E’

KODAR’ê bal kişande ser serdana demên dawî ya Erdogan ji bo Îranê û hewldanên pîlanên hevbeş ên herdu aliyan û wiha pêde çû: “Herduyan yek armanc heye. Ew jî tinekirina Kurdên azad e. Weke Tevgera Azadîxwaz a gelê Kurdistanê me pêştir jî hişyarî dabû ku ev dewlete ne dostên Kurdanin. Divê êdî kes xwe ne xapîne û hişyar bibin. Ji ber êdî gel vê rewşê qebûl nake.”

Di dawiyê de jî KODAR wiha got; “Weke KODAR em komploya 9’ê Cotmehê ya dijî Rêber Ocalan û îradeya Kurdê azad şermezar dikin. Em bang li hizib û rêxistinên siyasî û medenî dikin ku pêşî liv an komplo û pîlanên dagirkeran bigirin. Bêne gel hev û tifaqa xwe çekin.”