KNK serdanên xwe yên ji bo 'yekîtiya neteweyî' didomîne

KNK, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re rûdinê, îro serdana PAK'ê kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) KNK, ku ji bo avakirina platformeke hevpar a li ser yekîtiya neteweyî ya Kurd bi partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re rûdinê, îro serdana Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) kir.

Heyeta KNK'ê, ku ji Alîkarê Hevserokên Giştî Tahir Kemalîzade, endamê Konseya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û endamên KNK'ê Firyad Hiranî û Ferhat Doskî pêk tê, li navenda PAK'ê ya li Hewlêrê ji aliyê Serokê Giştî yê PAK'ê Huseyîn Yezdanpene û endamên meclîsa partiyê ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtinê bi qasî saet û nîvekê dewam kir û piştre Kemalîzade û Yezdanpene daxuyanî dan çapemeniyê.

Ewilî Yezdanpene axivî û diyar kir, ku hevdîtin ji bo wan gelekî girîng e. Yezdanpene got, "Hevdîtin xweş derbas bû, berhemdar bû. Hevalên ji KNK'ê ji me re qala bernameya xwe kirin. Me jî hin pêşniyar kir. Meseleyên neteweyî, beriya partiyanlazim e li şûrayên neteweyî, civîn û platformên neteweyî werin nirxandin. Em jî xweşhal in ku destekê didin vî karî."

Heyeta KNK'ê duh jî bi Serokê Giştî yê Sazûmana Xebat a Rojhilat Babê Şêx û endamên meclîsa partiyê re rûniştibû. Sazûmana Xebat jî ragihandibû ku ew amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin xebatên ji bo yekîtiya neteweyî.

HEVDÎTINÊN HETA NIHA HATINE KIRIN

KNK, piştî banga xwe ya ji bo avakirina platforma hevkar a nirxandina mijara yekîtiya neteweyî, roja 12'ê Hezîranê dest bi hevdîtinan kir û bi dorê çû serdana Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komala Îslamî, Partî Demokratî Kurdistan (PDK), Hizbî Zehmetkêşan, Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Bizûtneweyî Îslamî û Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), Tevgera Azadî, Partiya Kedkar û Şoreşger a Kurdistana Îranê-Komala, Partiya Komunîst a Îranê-Komala, Kongreya Civaka Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û her du baskên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê.

DI NAVA MEHA TÎRMEHÊ DE WÊ PLATFORMA NÎQAŞÊ YA JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊK WERE

KNK, piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî û hêzên civakî yên li çar parçeyên Kurdistanê, plan dike ku di nava meha Tîrmehê de bi beşdariya 250-400 kesî, li platformekê dest bi nirxandina yekîtiya neteweyî bike.