KNK: Kurd, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed têdikoşin

KNK'ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîr anî û destnîşan kir, ku tevî zext, zordarî, kuştin û darvekirinê jî, gelê Kurd xwedî li têkoşîna Qazî Mihemed derdikeve û di roja îro de jî vê têkoşînê didomîne.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber 70. salvegera sêdaredana Pêweşa Qazî Mihemed û hevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku beriya niha bi 70 salan, di 31'ê Adara 1947'an de piştî herifîna Komara Kurdistanê li Mahabadê, damezrîner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serokkomar Seyf Qazî, nûnerê Mihabadê li Parlamenta Îranê û nûnerê Qazî Mihemed li Tehranê Sadr Qazî hatin darvekirin.

Konseya Rêveber diyar kir, salek piştî ragihandina Komara Kurdistanê û sazîkirina dewletdarî ya civaka Kurd, bi palpiştiya kolonyalîzma navneteweyî û êrîşên dewleta dagirker a Îranê dawî li Komarê hat anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi wê jî ne sekinîn û heta damezrîner û serokê wê li sêdarê dan. Dîsa bi plan û pîlanên kolonyalîzma navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd binpê kirin û li wî parçeyê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin û dewam kirin."

KNK'ê destnîşan kir, ku di wê demê de biryardan û ragihandina dewleta serbixwe bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek bû û wiha dewam kir: "Di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de ev yek hat kirin. Lewma ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders. Pêşewa Qazî Mihemed jî, weke semboleke mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin."

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, îro jî li hemberî desthilatdariya Melayên Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin û got, "Tevî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên Kurd bi kar tîne, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke KNK, di bîranîna 70 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed, Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê de careke din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Her wiha di serî de dagirkerên rejîma Îranê û hemû dagirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."