KNK: Ji bo Helepçeyên nû çênebin bibin yek, hêza xwe bikin yek

"Divê em bizanin, di 32'emîn salvegera qetlîama Helebce de, niha jî heman tehlîke di rojevê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê hêzên siyasî bi hev re di nava tifaqê de bin, divê hêzên parastinê yên Kurdistanî bibin yek."

Konseya Rêveber ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera komkujiya Helebceyê ya ku di 16’ê Adara 1988’an de pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye;

“Berî 32 salan û li 16’ê Adara 1988 an de, hêzên rejîma dagirker ya Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî û jehrdar qetlîamek mezin li ser xelkê sivîl yê Helepçe pêkanîn. Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qubanî û şehîd ketin.

Bombabarankirina Helepçe, yek bu ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Beasa Sedam li başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê kurd û kurdistanê bû.

Her ji destpêkê de, dema rejîma Beas desthilat li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona kurdan kirin. Di sêrî de wekû gurên har ketine giyanê kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çerenivîsa piraniya wan nexwiyaye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binax kirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirê 182.000 xelkê sivîl û bê guneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane qetlîam kirin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.

Lê ewa li Helebçê qewimî, yek ji mînakên herî mezinên tawankarî yên sedsala 20 e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vêve Helepçe bû êş û birîneka mezin ya Gelê Kurd.

Di sedsala derbazbûyî da gelek qetlîamên mezin li ser gelê me pêkhatin. Mixabin heya niha jî temamî qetlîamên li ser kurdan hatîne kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî de nehatîne darezandin. Bê guman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatîne kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.

Bila herkes bizane ku tehlîkeyên qetlîam û komkujiyan li ser Kurdan derbaz nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê berdewame. Her duh bû li Şingalê li ser gelê me yê Êzidî qetlîam pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Çar sal pêş niha qetlîamek mezin li Cizîra Bohta, du sal pêş niha jî li Efrînê pêkhat. 5 meh pêş niha jî li Serêkanî û Girêspî heman senaryo xistin meriyetê. Roja me ya îro da jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din yên Kurdistanê berdewamin û bi xwe re qetlîaman jî tîne.

Divê em bizanin, di 32yemîn salvegera qetlîama Helebce de, niha jî heman tehlîke di rojevê de ye. Ji bo Helepçeyên nû çênebin, divê Hêzên Siyasî bi hevre di nava tifaqê de bin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hevre xwedî li Kurdistanê derkevin.

Îro jî, ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên qetlîam, enfal û tewanên din têda hatî kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqiye. Yêk ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepçeyê jî divêt bi her awayî bête kirin. Helepçe divêt ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremoniyal da nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divêt herdem li bîr be.

Karesata trajîk ya Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li şengalê jî bi heman arasteyê da ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, herweha dengvedana wê li Cihanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz deriyên berfrehtir vedike.

Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şingal, Roboskî û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatî serê gelê me ji bîr nekirin, emê Cizîra Bohta û Helepçe jî ji bîr nekin.

Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”