KNK'ê ji bo Dag û Beşîksîz bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir

"Em weke KNK, vê rewşê û vê biryarê di cih de nabînin. Pêwîste ev biryar ji nû ve bê nirxandin û sererastkirin. Her weha divê jiyana van mirovan di bin xeteriyê de neyê hiştin."

Konseya Rêveber a KNK'ê têkildarî cezayê darvekirinê yê li ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz li Başûrê Kurdistanê hatiye birîn û şert û mercên ragirtina wan daxuyaniyek da û bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Osman Kose yê di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li Hewlêrê hate kuştin, eşkere bû ku ne dîplomatekee, lê belê berpirsyarekî MÎT'ê ye û di organîzekirina gelek êriş û sûîqestên dijî endam û rêveberên Şoreşa Kurdistanê de cih girtiye, lewma bûye hedef.

KNK'ê bal kişand ser cezayê darvekirinê yê ku li ciwanên Kurd ên welatparêz Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz piştî kuştina Kose hate birîn û ragihand, "Diyar e ku Dadgeha Hewlêrê bi awayekî lez û bi lêkolîneke kêm, ev biryar daye. Xuya dike ku mafê xweparastina hiqûqî jî baş pêknehatiye û girtî bê parêzer mane. Dadgehê rewşa şerê azadiya gelê Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk û rewşa van malbatan bebirçav negirtiye. Eger ev rewş baş bi berçav hatiba girtin cezayek ewqas giran nedida. Ev cezayeke girane, wijadana gelê Kurdistanê û mirovatiyê diêşîne. Ji alê din ve jî mahkemeyeke Kurdistanê, cezayên vî rengî bide welatparêzên Kurd, di ruhiyeta welatperweriyê de şkênandinê çêdike û di civaka Kurdistanê de hîsa edaletê serûbin dike. Nabe welatparêzên Kurd, ji ber sedemên vî rengî, bi destê Kurdan bêne îdamkirin. Ev rewş dilê welatparêzan dişewîtîne û dilê dijminan xweş dike."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Wekî din jî, li cihana pêşketî cezayê îdamê êdî nayê qebûlkirin û ev ceza li welatên pêşketî de hatiye rakirin. Di vê serdemê de cezayê îdamê di qanûnên Kurdistanê de bimîne, ji bo Herêma Kurdistanê kêmahiye û divê cezayê îdamê rojekî zûtir ji qanûnên Kurdistanê bê derxistin.

Li gorî daxuyaniyên malbatan, heta niha jî mafê xweparastina hiqûqî yê van ciwanan tê astengkirin. Li gorî aghaiyên ragihandinê, ev herdu ciwan li girtîgehê di beşê girtiyên DAIŞ'î de têne girtin. Ev jî xeteriyê têxe ser jiyana wan. 

Em weke KNK, vê rewşê û vê biryarê di cih de nabînin. Pêwîste ev biryar ji nû ve bê nirxandin û sererastkirin. Her weha divê jiyana van mirovan di bin xeteriyê de neyê hiştin.

Ji bo vê yekê, em bang li rayedarên Herêma Kurdistanê dikin ku vê rewşê berbiçav bigrin, vê biryarê sererast bikin û jiyana van mirovan biparêzên. Ev ne tenê xwestina me ye, xwestina hemî welatparêzên Kurdistanê ye. Em bawer dikin ku rayedarên Herêma Kurdistanê, wê dengê me bibihîsîn, wê vê rewşê berbiçav bigrin û wê vê biryarê sererast bikin.

Her wiha em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinên medenî û gelê Kurdistanê dikin ku hemî di vî warî de hestyarbin û xwedî helwestbin."