KNK: Divê hesaba jenosîda Dersimê ji dijmin bê pirsîn

Konseya Rêvebir ya KNK'ê komkujiya Dersimê şermezar kir û eşkere kir ku komkujî nayê ji bîrkirin û got; "Divê hesaba jenosîda Dersimê ji dijmin bê pirsîn."

Konseya Rêvebir ya KNK'ê bi boneya 82. salvegera komkujiya Dersimê daxuyaniyek nivîskî da û komkujî şermezar kir. KNK’ê got: “Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hikûmetê, bi belge hate kirin.”

Di daxuyaniya KNK'ê de wiha tê gotin;

"Berî 82 salan, ji heft mehî heta 70 salî xelkê Kurd li Dersimê hatin qirkirin. Komkujiyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dersim û Dersimiyan hate anîn. Di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara fermî ya dewlet û hikûmeta Tirk, êrîşeke mezin ya leşkerî bi armanca ji navbirina xelkekê hate kirin. Dewlet û hikûmeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî, ji erd û esmanan êrîşî Dersimê kirin. Bi hezaran Dersimî kuştin, hinekjî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koçkirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hikûmetê, bi belge hate kirin.

Tiştekî wisa li çi derê dinyayê nehatiye dîtin. Ya ku dewlet û hikûmeta Tirk bi serê xelkê Kurd li Dêrsimê anî çi dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dersimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertinn û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenodsîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin, divê ji bîr jî nekin. Kurd dixwazin hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da bikolin ku ti caran jê neçe.

KNK di 4'ê Gulanê de vê jenosîda bi serê xelkê me li Dersimê hatiye anîn, piştî 82 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke din şermezar dike. Berpirsiyarên dewlet û hikûmeta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtiya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş yê dîroka bi xwîn ya dewlet û hikûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj da divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin, hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî da biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.

Divê hesaba jenosîda Dersimê ji dijmin bê pirsîn. Jenosîda Dersimê nayê ji bîr kirin, nedin ji bîr kirin."