KNK: Di Newrozê de bibin yek; têkoşînê bilind bikin

Hevserokê KNK’ê Rebwar Reşîd, Newroz pîroz kir û got: “ Di rojekî evqas pîroz de divê em li dijî dijminên xwe, di nava yekîtî û têkoşînê de bin.”

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Rebwar Reşîd, bi boneya Cejna Newrozê ji ANF’ê re axivî. Reşîd, Cejna Newrozê ya hemû pêkhateyên li Kurdistan û Kurdên li çar parçeyan pîroz kir, banga yekîtî û têkoşînê kir.

Reşîd di axaftina xwe de ev tişt got: “Newroz, biratî, hevaltî û kêfxweşî ye, lê gelê me bi salane di nava zext û zordariyan de pîroz dike. Di roja me de ev zext û çewisandin li Tirkiye û Îranê hê jî didome. Dewleta Îslam a Îranê ev 37 sal in Kurdan li dar ve dike, bê kar dike, bi birçîbûnê dixwaze perwerde bike. Ev rejîmên ku tehmûla çalakiyekî biçûk a demokratîk jî nakin, Kurdan dixin nava zindanan û bi dar ve dikin. Dewleta Tirk jî bi heman pêkanînan li ser gelê me dide meşandin û dixwaze tine bike. Li Bakur, Başûr û Rojava li dijî gelê me din ava şer de ne. Di roja me ya îro de di bin navê mîna DAIŞ, El Nûsra de bi dehan rêxistinên çete êrîşî gelê me dikin. Êrîşa îro li Şengalê li ser gelê me tê kirin ecama vê polîtîkayê ye. Şengal ji bo Kurdan birîneke kûr e. Weke Enfal û Helece birînekî kûr û mezin e. Ti demê nayên ji bîr kirin.

 ‘DIVÊ EM BIBIN YEK, SÎSTEMEKÎ AZAD AVA BIKIN’

Reşîd li dijî van hemû pêk anînan jî diyar kir ku divê Newroz bi awayekî bi heybet bê pîrozkirin û wiha pê de çû:

“Li Kurdistanê divê di nava Kurdan de biratî, kêfxweşî û dostanî bê danîn. Divê xwedî li nirxên pîroz ên welatparêziyê bê derketin. Divê mafê jinan, zarokan û hemû civakê cuda di nava xwe de bihewîne. Yan Kurdbûn, yan jî welatparêzî û xwe weke Kurd dana nîşandan an jî cilê Kurdî li xwe kirinê nabe. Kurdîbûn li dijî vê zilmê sekinîn û têkoşîn kirine. Ji bo vê divê di vê Newrozê de li dijî Tirkiyeyê û Îranê têkoşîn bê xurtkirin û bilindkirin. Ji ber ku Newroz berxwedan, têkoşîn û serhildan e.

Di vê di nava Kurdan de yekîtî bê çêkirin. Demokrasî bê pêşxistin û sîstemekî ku her kes bikare xwe îfade bike bê avakirin.

Cejna Newrozê li hemû gelên Kurdistan, Suryanî- Asurî, Kildanî, Yahûdî, Xiristiyan, Êzidî, Yarsan, Şebek, Ehmedî, Elewî, Şiî, Sunî, Komînîst, Sosyalîst jî di nav de li hemû bawerî û civakan pîroz be.

Cejna Newrozê, Girtîgeha Îmralî di nav de li hemû girtiyên siyasî, Qendîl, çiyayên Kurdistanê, Rojava, Germiyan, Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, Pêşmerge, YPG/YPG û gerîlayan pîroz be. Newroza hemû gelê me pîroz be. Divê her kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibin.”