KNK 1’ê Gulanê pîroz kir

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Gulanê Cejna Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê ya Karkeran pîroz kir.

Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Gulanê pîroz kir û got, ‘’ 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be’’

KNK’ê bi domdarî di peyama xwe de got: 

‘’Têkoşerî û berxwedêriya doza azadiyê û rizgariyê, karkerî û kedkariya herî mezin e û xelkê me divê bi hev re dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1’ê Gulana îsal da jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr yê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkê Kurd û Kurdistanîyan û hemû xelkên cîhanê pîroz dike. ‘’