KJK: Têkoşîna li dijî komkujiyên jinan divê bê xurtkirin!

KJK: Têkoşîna li dijî tundiya li jinê, sekna polîtîk a li dijî komkujiyên jinan, têkoşîna bênavber a li dijî zîhniyeta destavêtinê, wezîfeya me hemûyan e. Divê em bi rêbazên cuda têkoşînê xurt bikin û bi çalakiyên afirîner dorfireh bikin.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî tundî û komkujiyên li dijî jinan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sedsala 21'ê sedsala jinê ye. Mîna li tevahiya cîhanê, li Kurdistanê jî jinên Kurd hem pêşengên vê serdemê ne, hem jî hişmendî û îradeya bi sekna çalak, rêxistinî û rabûna ser xwe ya gelê Kurd e ku dixwaze pirsgirêkên giran ên mirovahiyê çareser bikin. Ji ber vê yekê, jinên Kurd ji destpêka têkoşîna azadiyê û vir ve her tim weke gefa herî mezin hatin dîtin û bûn hedefa TC a faşıst mêtinger. Bûn hêza alternatîf a sekan bi biryar û wêrek ku ku nasnameya jinê bi nasnameya neteweyî kir yek, rûmeta jinê bi biryardariya azadiyê re kir yek û nava vê yekê jî bi nirxên wekhevî, azadî û demokratîk dagirt. Bi vê wêrekî û biryardariyê, têkoşîna xwe û danheviya pratîkî ya encama vê têkoşînê kirin modelên alternatîf ên weke îdeolojiya rizgariya jinê, xweparastin û konfederalîzma jinê ya demokratîk. Bi vê model û fikrî di nava têkoşîna jinan a cîhanê de hatin dîtin û li nava tevgera jinan a cîhanê bûn hêza bingehîn. Ev rastiya ku bi rêxistin kir û xist nava çalakiyê, kir ku jinên Kurd ji her demê bêhtir bên dîtin, di heman demê de hîn bêhtir kir hedef."

KJK'ê diyar kir, "Rejîma dîktatoryal a TC'ê ku makîneyeke qirkirina jinê û gelan e, faşîzm civakî kir û vê yekê zexteke giran li jiyana jinan kir" û wiha dewam kir:

"Karakterê xwe yê dagirkeriyê li ser beden, ruh, hest, hişmendî û utopyaya jinan ferz kir. Dagirkirina jinê dagirkirina civakê ye. Koletiya jinê koletiya civakê ye. Bêîradehiştina jinê bêîradehiştina civakê ye. Zext û kontrolkirina jinê zext û kontrolkirina civakê ye. Erdogan-Bahçelî û neteweperestên nijadperest ku baş bi vê zanin û di polîtîka û stratejiya dijminatiya li jinê de israr dikin, hewl dide sebra civakê bifûrînin. Ji ber ku kiryar û êrişên wan di asta krîz û alozîrkirina civakê de ne. Ji bo vê jî şerê taybet û psîkolojîk bi gelek rêbazên doktrîna şokkirinê, ji aliyê civakî, siyasî û leşkerî ve dimeşînin.

DESTAVÊTIN GIRANKIRINA TUNDIYA MÊR E

Amûra şerê taybet ji bo tevlîhevî û krîzê li nava civakê kûr bike, destavêtin, destdirêjî, tundî û qirkirina jinê derdixîne pêş. Ji bo vê jî endamên xwe yên şerê taybet ku wezîfedar kirine, bi ser jin, zarokan û ciwanan ve dibe. Êrişên destavêtin û destdirêjiyê yên li Şirnex, Êlih, Silopiya û Mûşê bi destê leşker, polîs û cerdevanan hatin kirin, nîşan didin ku ev endamên şerê taybet ji aliyê dewletê ve bi taybetî li Kurdistanê hatine wezîfedarkirin. Hemû zanin ku ew endamên veşartî yên dewletê ne, wê ji aliyê dewletê ve bên parastin, wê nekevin ber lêpirsînê, derkevin pêşberî dadgehê jî wê bên berdan. Ji xwe vê yekê bi rengekî eşkere dibêjin.

Zêdekirin û rewakirina destavêtinê rêbazeke şikandina îradeyê ye. Destavêtina li naverastê jî gefxwarineke. Hewldana ji bo çavtirsandina civakê ye. Civaka bikeve nava şokê ya wê bikeve komayê ya jî wê ji bo derketina ji komayê nerazîbûnê nîşan bide, bi berpirsyarî tevbigerge, bi hêrseke mezin nirxên ku jê hatine birîn ji nû ve werbigire û ji bo vê jî sekneke bêhempa nîşan bide. Eger bi destavêtinê êriş li dijî pîroziyan tê kirin, wê demê heta ku ew destê dirêj bûye neyê şikandin pêşî li destavêtinê nikare bê girtin. Divê her mirovekî Kurd vê fêhm bike û li gorî vê xweparastinê xurt bike.

Erdogan ku bi hewesa avakirina civakeke zayendîparêz xwe di ber serfermandariyê re kiriye, li kûderê tecawizkar, firoşkarê madeyên hişbirê, kujerê jinan û îstîsmarkirina zarokan hebe hemû di pêvajoya hêla koronayê de berda nav civakê. Revdeyên ku bi duayên dagirkirin û fetihkirinê sor dibin bi diyardeya mêranî rakir ser piyan. Bi atmosfera zext û tundiyê, mal, kargeh û qadên xebatê ji terora mêr re vekir. Mêraniya ku hatî ajotin bi teşwîq û navtêdanê kiriye amûra şerê taybet. Weke kêmkirina civakê polîs, leşker, nobedar, cerdevan ango hêzên xwe yên paramîlîter berdaye nav civakê, weke amûra êrîşê ya li dijî jinan û keçên zarok tecawiz, tundî û komkujiyan bi kar tîne. Bi êrîşên zayendî ku li Kurdistanê yek ji gava çalak a şerê taybet e, bi êrîşên zayyendî ji bo şikandina vîna jin, keçên zarok, ji bo têkbirina rûmeta wan, ji bo ku xeyalên wan ên zaroktiyê bibe şevreşk, bi dilqê celad-ezraîl ev şebeke li kuçeyên me gerandin. Ev, weke hêza çekdar a dewletê endamên çete ne ku peywira dewletê dayî wan bi cih tîni. A rast e ku mirov wiha zanibe û wiha pênase bike.

MÊRÊ KUJER SIHA DEWLETÊ YE

Aliyê dî jî, piştî ku AKP'ê got ew ê ji Peymana Stenbolê vekişin bi rengekî zêde bûyî li Tirkiyê û Kurdistanê jin têne revandin, kuştin, li kuçeyan êşkence û tundî li wan tê kirin. Komkujiyên jinan, hêrs û nefreta li dijî jinê hatiye asta herî zêde. Bi şerekî nebinavkirî li jiyana rojene di ewlehiya jiyana jinê nemaye. Ev rewş li Mûgal, Manîsa, Stenbol, Amed û li gelek deveran tê jiyîn.

Tundiya mêr û dewletê bi dest hev re hev têr dikin, hevşîretkirî ne û ji hev re davêjin. Mêr dizanin ku wê ne bi necezakirinê werin xelatkirin. Pê dizanin ku dewleta bav hêz û desthilat desteser kiriye û helbet dizanin dibe ku hin parî bikevin ber wan ku hevkarên vê desteserkirinê ne. Ji ber vê li jinan dixin, dikujin, direvin. Ew jî vê hêza xwe weke dizekî bi di ser jinê re bi desteserkirinê, bi zor, zext û tundiyê dixwaze sazûman bike. Ev dewleta ku bi aqilê mêrê zordest, desteserkar rêxistinî bûye heke bi rastî bikeve hedefê û bi vê maneyê bibe adrêsa ku têkoşîn hesab jê dixwaze êrîşên ku encama aqlê serwer ê mêr e wê were şikandin. Ji ber vê pir girîng e ku hemû rêxistinên jinan di serî de vê fêhm bikin û bi civakê bidin fêhmkirin û her wiha ji bo têkoşîna jinê ya azadiyê û wekheviyê ya jinê pir girîng e.

Têkoşîna dijî tundiya li ser jinê , li dijî komkujiya jinan helwesta polîtîk, bi kirinên hişmendiya tecawiz û bi encama vê derketin yekbûna têkoşînê ya domdar, piştevanî û hevkarî peywireke hevpar a me hemûyan e. Bi vê hişmendî û kûrbûnê divê em têkoşînê bi rê û rêbazên nû geş bikin, bi çalakiyên afirîner berbelav bikin. Bi vê çarçoweyê divê em li dijî komkujiyên jinan û qirkirinê rawestin, li dijî dewleta zayendîparêz û civaka rêz û rêçikî, li dijî hînbûyinên wê,jin bi vê wijdna, bîrewerî û vîna wê pêşengên sedsala 21'ê ne, rêxistnkarê we ne û bi mîsogerî wê bi ser bikevin."