KJK'ê heta 4'ê Nîsanê banga çalakiya domdar kir

Koordînasyona KJK'ê komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kir, bang kir ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi çalakiyên domdar têkoşîn were geşkirin.

Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera 20'an a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî da.

KJK'ê got, ''Em ketine sala 21'an ku ji hêla hêzên modernîteya  kapîtalîst ve, bi komploya navnetewî Rêbertiya me dîl hatiye girtin. Ev 20 sal in li Imraliyê Rêber Apo berxwedaniyeke bêhempa dide. Em kana xwe ya jiyana azad Rêber Apo û berxwedaniya wî ya bêhempa ku li ser navê hemû mirovahiyê dike bi hurmetdayina herî zêde û bi dilsoziya bêdawî slav dikin. Em hêzên komploger ku komplo pêk anîne bi nefretê şermezar dikin.''

OPERASYONA HEVPAR A DEWLETAN

Di daxuyaniyê de bi domdarî hate gotin, ''15'ê Sibata 1999'an li dijî komploya navnetewî bi dehan hevrêyên me bi dirûşma ''hûn nikarin Roja me tarî bikin'' bi bedena xwe li dora Rêber Apo xeleke çêkirin. Di şexsê hevrê Şehîd Aynûr Artan, Halît Oral, Rojbîn, Berwar  de hemû şehîdên me yên ku ji bo azadiya Rêbertiya me û gelê me bi fedayî li ber xwe dane bi hurmet û minet bi bîr tînin, em soz didin ku armancên wan bi teqezî bi cih bînin. Bi milyonan mirov bi yek dilî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re gotin. Hevrêyên me, gelê me yê welatparêz û dostên wan li dijî pergala êşkenceyê ya Imraliyê ev 20 sal in bi vê helwesta xwe ya biryardar têkoşîneke bêhempa dan. Xeleka dawî ya vê têkoşînê bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi sedan pêşengên gel ên tiyên azadiyê bedana xwe dane ber birçîbûnê û berxwedana greva birçîbûnê dane destpêkirin, em vê berxwedanê bi baweriya ku wê tecrîdê bişkîne slav dikin.''

Ji bo ku Şerê Cîhanê yê 3'an ê bi navenda Rojhilata Navîn di berjewendiya hêzên hegemonîk de be, bi operasyona hevpar a DYE, Ingiltere, Israîl, Misir, Yewnanîst, Elmanya, Fransa û Rûsyayê 15'ê Sibata 1999'an Rêbertiya me hate revandin û radestî Tirkiyê hate kirin. Bi dîlgirtina Rêber Apo hate xwestin ku hêviya azadiyê ya jinan û gelan were tinekirin. Lê bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ya 20 salan, bi têkoşîna ku me tevgerê û gel hatiye astengkirin ku komploya navnetewî bigihije armancê. Hesabê hêzên komploger a ''PKK di şeş mehan de wê bifeşkile û tasfiye bibe'' hatiye pûçkirin. Bi perspektîfa têkoşînê ya Rêber Apo, bi pardîgma û projeyên çareseriyê yên ku daniye holê tevgera PKK'ê îro li hatiye rewşeke ku karîgeriya herêmî û gerdûnî, Kurd jî di diyarkirina dahatuya Rojhilata Navîn de bûne aktorên sereke.

Paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê û modêla neteweya demokratîk a ku pêşbîniya wê kirî bûye tirsa herî mezin ji bo hêzên emperyal û statûkoparêziya netew-dewletan. Ji ber vê, ev 20 in bi rejîma êşkenceyê ya ku li cîhanê ti mînakên wê nî in, li Imraliyê Rêber Apo rehîn tê girtin. Stratejiya îmha û înkarê ya dewleta Tirk a faşîst van çend salên dawî bi navê plana çokşikandinê, b dijberiya Kurdê azad bi her hawî hatiye sazkarkirin. Çavneberî û gefxarinên li şoreşa Rojava, dagirkirina Efrînê, gefên li dijî referandûma Başûr, dagirkirina Başûrê Kurdistanê, li Şirnex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê li ber çavê hemû cihanê ciwan, yixtiyar, zarok, jin qetilkirina bi sedan welatparêzê me encamên stratejiya qirkirina Kurdan e.

Girtina bi deh hezaran nûnerên siyasî yên hilbijartî, nûçegihan, rewşenbîr û welatparêzan, di zindanan de girtina wan a bi êşkenceyeke giran parçeyek ji plana çokşikandinê ye. Desthilata AKP-MHP'ê ya faşîst ji bo ku pergala xwe ya dîktatoriyê li hemû Tirkiyê serwer bike, bi van êrîşan dixwaze Kurdên ku xwedî rêxistiniya herî radîkal in biçewisîne û wiha hêzên demokrasiyê bişkîne. Ji bo vê jî di serî de jin, çepgir, sosyalîst, derdorên demokrat, şexsiyet, çi kesê ku bikaribe muxalefeta civakî bike êrîşeke giran bi ser wan de dibin, bi şerê taybet û psîkolojîk dixwazin împaratoriya tirsê serwer bikin. Di navenda hemû êrîşan de ku bi çarçoweya siyaseta qirkirinê tê kirin Rêber Apo heye. Ji ber vê ye, ev 20 sal in, bi taybetî jî van 3 salên dawî li Imraliyê hemû rêgezên hiqûqî yên navnetewî têne binpêkirin û tecrîda mitleq tê danîn.

BERXWEDANIYA DOMDAR A 20 SALAN

Li dijî van êrîşên hov û dijmirov Rêber Apo li Imraliyê, jin û gelê me jî li hemû qadên jiyanê berdêlên herî giran jî tînin ber çavan û berxwedaniya bêhempa ev 20 sal in didomin. Ev berxwedaniya bêhempa moral û wêrekiyê dide wan hemû derdorên ku li dijî faşîzmê têdikoşin, zemîna têkoşîna hevpar qeyîm dike.

Rêber Apo ji bo hemû kesên ku jiyana azad û mirovî dixwazin li ber xwe dide. Hevalbendiya faşîst a AKP-MHP'ê û hêzen ku bi bêdengiya xwe dibine hevkarê van êrîşên faşîst bi tecrîda Imraliyê re, li gel a Kurdan, şikandina vîn û hêviya hemû derdorên dilxwazên demokrasî û aştiyê kiriye hedefa xwe. Ji bo vê jî, li Imraliyê di şexsê Rêbertî de li ser her kesî tecrîd tê danîn. Ji bo vê jî têkoşîna li dijî tecrîda li Imraliyê, her wiha têkoşîna ji bo siberoja xwe ya azad e. Bêyî ku tecrîda li Imraliyê were şikandin, çareseriya demokratîk a pirsa Kurd wê çenebe, demokrasiya Tirkiyê wê pêk neyê, aştiya Rojhilata Navîn wê pêk neyê. Ji bo vê jî bi giringiyeke jiyanî ye ku di serî de jin û ciwan, hemû kesên ku bi hêvî û armanca siberoja azad li dijî tecrîda Imraliyê têbikoşin.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ DI QONAXEKE KRÎTÎK DE NE

Ev ji 3 mehan zêdetir e bi pêşengiya Leyla Guven, li Hewlêrê bi pêşengiya Nasir Yagiz, li Strasboûrgê 14 hevrê, li Gallerê Îmam Şîş, li  Kanadayê Yusuf Îba, li Mexmûrê Fadîle Tok, li zindanan Hacer Yusuf, Kibriye Evren, Sebahat Tuncel, Selma Irmak, bi sedan hevrê û li bajarên Ewropayê gelek welatparêzên me bedena xwe dane ber birçîbûnê û ji bo şikandina tecrîda li Imraliyê çalakiya xwe ya pîroz bi biryardarî didomînin. Helwesta biryardar a pêşengên gel ên dilêr ku berxwedaniya dîrokî dikin, ku dibêjin heta ku şertên hevdîna bi pergal a Rêber  Apo û 3 hevrêyen din ên li Imraliyê ya bi parêzer û malbatan re pêk neyê, neyê ewlekirin, ango heta ku tecrîd bi dawî nebe ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin, berpirsyariyeke giran li ser milê her kesî datîne. Ji ber sedema ku di serî de  hevrê  Leyla Guven û Nasir Yagiz, jiyana gelek berxwedêran hatiye ber sînorê talokeyê, hewce dike ku çalakiyên hê karîgertir li derve werin kirin. Em di qonaxeke wiha krîtîk de ne ku di serî de li Bakurê Kurdistanê li her deverê bi pêşengiya jinan çalakiyên bêhtir girseyî, rêxistinî, radîkal û bi armanca ku tecrîdê bişkînin kêlî beriya kêliyekê werin kirin.

BANGA TÊKOŞÎNÊ YA JI 15'Ê SIBATÊ HETA BI 4'E NÎSANÊ

Girîng e ku li ser hîmê pêngavên ''Sonda me ye; em ê pergala Imraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn'' û ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' bi pêşengiya jin û ciwanan hemû gelê me bi çalakiyên radîkaltir berxwedana greva birçîbûnê were geşkirin. Bi vê çarçoweyê em bang li her kesî dikin ku li dora Rêber Apo û berxwedêrên greva birçîbûnê kom bibin, ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê bi biryardariya çalakiya domdar, têkoşînê geş bikin. Ji bo protestokirina qroja qirkirinê 15'ê Sibatê, ji bo tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin, em bang li jinan, ciwanan, ji heft salî heta bi heftê salî hemû gelê xwe, bang li hemû dilxwazên demokrasî, aştî û azadiyê dikin tevbigerin û di eniya antî-faşîst de têkoşînê geş bikin. Têkoşîna me ya mafdar û berxwedana me ya pîroz wê tecrîdê bişkîne, wê azadiya Rêber Apo û gelême bi cih were.

Di sala 21'ê ya dîlgirtina Rêber Apo de bi temamî pûçkirina komployê, li ser hîmê azadiya Rêber Apo, israra me ya li ser têkoşînê û biryardariya me wê encamê bîne. Pêngava azadiyê wê faşîzmê hilweşîne. Tecrîd encex bi geşkirina çalakiyên demokratîk dikare were şikandin. Li ser vê zemînê em bang li her kesî dikin ku çalakiyan û têkoşînê geş û gur bikin.''