KJAR'ê agirê Newrozê geş kir

Bi boneya Newroza 2723’an, Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) agirê Newrozê geş kir û bi tilîliyên xwe coş dan roja nû.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, agirê Newrozê geş kir. Bi wesîleya roja nû ango Newrozê, tevahî şehîdên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bi bîr anîn. KJAR di çalakiya Newrozê de wêneyê Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan hilda.

Piştî geşkirina agir, stran hate gotin, bi tilîlî, govendê û xwe avêtina li ser agir pîrozbahî heya derengiya şevê dewam kir.

Di çalakiya Newrozê de hate destnîşankirin ku şopdarên azadiyê jin; wê her tim agirê Newrozê geş bikin. Her wiha biryardarî û israra di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate nîşandan.

Pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Newroz pîroz be" bi dawî bû.