'Kîmyasal Tayyîp li ber ketinê ye, yên pişta xwe pê germ dikin jî wê bikevin'

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan bal kişand ser têkoşîna gerîla ku 6 meh in rejîma AKP-MHP'ê xitimandiye. Mahîr Dogan diyar kir ku Kîmyasal Tayyîp li ber ketinê ye û hişyarî da ku yên çarenûsa xwe bi wî ve girêdaye wê bikevin.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Mahîr Dogan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi serkêşiya rejîma AKP-MHP'ê nirxand û bal kişand ser têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê.

Mahîr Dogan di destpêkê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û têkildarî cezayê dîsîplînê yê bi hinceta 'volta'yê li Abdullah Ocalan hate birîn wiha axivî: "Bi rastî jî li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo 23 sal in berxwedanek mînak, bêhempa tê meşandin. Fêhmkirina rast a vê berxwedanê wekî mirov, wekî şopdarên vê xetê girîng e. Ev tenê berxwedan nîne, ji nû ve jîndana jiyana azad e. Afirandina hemû nirxên maddî û manewî yê mirovê azad e. Heta ku ev neyê fêhmkirin, tecrîda girankirî û hemû cezayên ku li ser Rêber Apo tê pêşxistin nayê têgihiştin. Berxwedana Rêber Apo ya ku herî zêde têdigihêjin yê ku vê cezayê didin Rêber Apo ye. Ev cezayên ku tên pêkanîn nîşaneya binketina dijmin e û serxistina mirovê azad e. Biryara vê cezayê ji 2018’an ve hatiye dayîn. Me ev ji destnîşankirina CPT’ê fêhm kir. Hin caran tevgera me daxuyanî dan û got ku li Îmraliyê çi dibe çi nabe em nizanin.  Em agahî ji Rêber Apo nagrin, ev  gumanê bi me re çêdike û jixwe ev rewşa niha ya cezayê volta avêtina Rêber Apo ku derdikeve holê, biryara wê ji beriya niha çar salan dest pê kiriye û em niha pê dihesin. Ev jî gumanên me piştrast dike. Di vê rewşê de wek tevger û gel bi ti awayî em vê rewşê qebûl nakin. Li wê derê niha çi tê dibe, kîjan ceza tên pêkanîn, derheqê vê de em dixwazin rewşa heyî bizanin û agahî bigrin. Ji ber wê ev du sal in pêngava ‘Dem dema Azadiyê’ ji aliyê tevgera me ve hat pêşxistin ku ev helwestek li hember dîlgirtina Rêber Apo bû. Însanek di nava çar dîwaran de girtî, tenê mafê volta avêtinê, an jî meş qedexekirin tê wateya ku mafê jiyanê, ji wî însanî tê girtin. Dema ku Rêber Apo hat dîlgirtin hinek kes pirsî ku hûn çima darvenakin, wan jî bersiv da û gotin jixwe em ê her tim  dar ve bikin û ev gotinên xwe bi kiryarên rojane şênber kirin. Ev ceza tenê li hember Rêber Apo nayê dayîn, yên ku şopdarên vê xetê û dilsozê vê xetê ne, li hember hemûyan tê meşandin. Ango li hember hemû dostê gelê Kurd, xeta azadiyê, parastina mafê mirovan ev ceza tê pêşxistin. Elbet li hember vêya têkoşînek bêhempa  jî tê meşandin."

'DIBÊJIN BES BIAFIRÎNE, BES LI BER XWE BIDE, BES HILBERÎNE'

Dogan tekîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan mînakên dîrokî bi bîr xist û got, "Niha di dîrokê de yên ku bi vî rengî dikin hene. Mînak li hember pêşengê sosyalîst Gramscî jî ev ceza hat meşandin. Gramcsî 1926’an de dema ku ji aliyê faşist û dîktatorên wê demê Musollonî li Îtalyayê hat girtin, şert û zirûfên zindanê pir nebaş bû. Ruxmî vêya Gramcsî hewil da ku fikren nû, fikrên ji bo mirovahiyê pêş bixîne. Li dijî vê hewildana Gramcsî jî cezayê nenîvîsandinê dan, cezayê civakî ya ku bi derdora xwe re nikaribe bide bistîne dan. Gotin ku divê mêjiyê vî însanî 20 salan nexebit e. Yanî bi tu awayî tiştê ku dibêje divê negihêje mirovahiyê. Bi cezayên bi vî rengî li dijî wî têkoşîn didan meşandin. Niha tiştê ku li ser Rêbertî tê pêkanîn, ji vê rewşê girantir e. Bi van kiryarên xwe ve peyamê wan ev e ku divê 'tu nefikirî, li ber xwe nedî û teslîm bibî.’

'BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANA AFIRANDINA JIYANA AZAD E'

Niha bêguman li hember van êrîşan tekane rê wekî di dîroka me de hemû pêşengên me, rêberên me nîşan dan berxwedan e. Ev berxwedan, berxwedanek bêeman e. Berxwedanek bêhempa ye. Di dîrokê de emsalên wê tûne ne. Ev berxwedan bi xwe re jiyaneke azad afirandiye. Şîn daye. Bi hemû nirx û şaxê xwe ve şîn daye. Tişta ku jê ditirsin jî ev e. Dibêjin bes biafrîne. Bes li berxwe bide, bes hilberîn e. Lê nikarin pêşiya vîna azad bigrin. Nikarin asteng bikin. Bêgûman berpirsên vê hene. Dewleta Tirk, ji sazî û dezgehên navnetewî cesaret digre. Rêbertî got, ‘dema Eez birim Îmraliyê yê ku pêşî ez pêşîwazî kirim, rayedarek CPT’ ya dezgehên mafê mirovan yê Ewropa bû û got êdî tu li vêderê yî.’ Lewra berpirs ev sazî û dezgeh in. Yê ku van kiryaran jî dikin, ji wan cesaret digrin. Di vê çarçoveyê de destpêkê yê ku gav bavêje, sazî û dezgehên navneteweyî ne. Heta ku ev sazî û dezgehên navneteweyî ji van kiryarên xwe şûn ve gav neavêjin û dest ji piştgiriya polîtîkayên dewleta Tirk bernedin, têkoşîna me wê heta dawiyê jî berdewam bike.  Berxwedan heta dawiyê, heta ku bi ser dikeve, heta ku Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bibe, wê berdewam bike."

'REJÎMA DAGIRKER LI BER BINKETINÊ YE, LEWMA ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE'

Dogan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û got, "Ev çil sale têkoşînek bêeman tê meşandin. Berxwedana gelê Kurd van çil salan gihaştiye ber asta serketinê. Ji ber wê jî hêzên dagirker çeka xwe ya herî dawî ango çekên kimyewî, çekên jehrî bi kar tinîn. Ev tenê dikare di rewşek de were bikaranîn. Ev tê wateya ku dijminê me, rejîma faşîst ya dagirker êdî hatiye ber binketinê. Lewma serî li çeka xwe ya herî dawî dide. Ev cara yekemîn nayê bikaranîn. Mînak gelê me yê Dersimê wek ‘Tertele’ bi nav dike. Ango qetlîama Dersimê 1937-38’ de li dijî gelê me yê Dersimê kimyasal hat bikaranîn. Maddeyên jehrkirinê bikaranîn. Rayaderên wan, fermandarên wan di rojnivîsê xwe de eşkere anîn ziman. Mînak Îhsan Sabrî Çaglayangîl di rojnivîsê xwe de vê mijarê parve dike. Ango ew miletê me yê wê derê ku li ber xwe didan, bi kîmyasalê hatin jehrkirin. Dîsa di dîrokê de Sadam li Başûrê Kurdistanê 1988’an heşt caran li hember gelê me ya Başûrê Kurdistanê ku sembola wê Helebçe ye bikaranî. Herî zêde jî cihê ku bikaranî herêma Behdînan bû. Wekî din jî di dema Çîller de hat bikaranîn, di dema Demîrel de hat bikaranîn. Herî dawî jî herî zêde di serdema Erdogan ku ev 20 sal e li ser desthilatdariyê ye û rêveberiya me wek Kîmyasal Tayîp bi nav kir, hat bikaranîn. Lê yên ku van çekên kîmyewî bikaranîn, niha li ku derê ne? Bi esasî çarenûsa Erdogan jî li vira eşkere dibe ku wê li ku derê be. Di serî de vana di wicdana mirovahiyê de hatine mehkumkirin û wê werin mehkumkirin. Tu carî jî mirovahî vêya qebûl nake. Li hember van êrişan ji aliyê civaka Kurd ve nerazîbûn tê nîşandan, ji hemû beşên Kurdistanê, sazî, dezgeh û partiyên Kurdan, ji bilî PDK’ê li dijî van kiryaran daxuyanî dan.  Mînak herî dawî rewşenbîrên Ereb, çi li Iraq, çi li Misrê kesên ku pêşengî ji van nerazîbûnan re kirin derketin holê. Li Rojhilata Navîn jî nerazîbûnên bi vî rengî derdikevin. Mînak li Ewropayê sazî û dezgehên gelê Kurd li dijî vê nerazîbûn nîşan dan. Dostên Kurdan divê zêdetir têkevin nava liv û tevgerê. Ev deng divê bigihêje her devera cîhanê. Têkoşîna xwe divê em zêdetir belav bikin. Teknîk û çekên kîmyewî  tenê li hember gerîlayê azadiyê nayê bikaranîn, tenê li dijî gelê Kurd nayê bikaranîn. Ev li dijî mirovahiyê tê bikaranîn. Mirovahî vê qebûl nake. Divê em têkoşînek wisa bikin ku were mehkûmkirin. Bêguman dema Sedam jî bikaranî dewletên ku piştgirî didan Sedam, guhê xwe ji êşa gele Kurd re girtin. Bêguman wê bixwazin çavê xwe bigrin, wê ji neditî ve werin. Lê ew çavê ku nabîne, ew guhê ku nabîhîze û ew mêjiyê ku nagre, em ê bi wan bidin ditîn, bihistin û bidin fêhmkirin. Divê em têkoşîna xwe di vê astê de bidin meşandin. Niha dewleta Tirk bi şerê xwe di van demê dawiyê de qaşo pesnê xwe didin. Digot êdî me teknîka xwe pêş xistiye, em li her derê bi ser dikevin. Gotin em li Lîbyayê bi ser ketin, li Qerebaxê bi ser ketin. Yanî her cihê ku çû dagirkir û qaşo bi ser ket. Niha em baş zanin yê ku vê teknîkê dide dewleta Tirk hêzên NATO'yê ye. Bila herkes bizane, parçe parçe ev tiştê ku hat dayîn belgê wana di destê me de hene. Ji aliyê kîjan febrîkayê ve ew perçe hatine çêkirin û li kîjan welatî tê pêşxistin em dizanin. Evane hemû bi belge ne û em dizanin. Niha hêzên navnetewî, hêzên NATO'yê, bi vî rengî û di vê astê de dewleta Tirk destek nekiribûnan, çek nedanan, piştgîriya teknîk pêşnexistinan, dewleta Tirk li hember gerîlayê azadiyê, li hember gelê Kurd di vê astê nedikarî şer bida meşandin. Ev yek pir zelal û vekirî ye. Ango tiştekî ku herî zêde pê pesnê xwe didan teknîka NATO'yê bi xwe ye.

'DI RÊBAZ Û TAKTÎKÊ DE GUHERTINÊN MEZIN ÇÊBÛN'

Dogan tekîldarî teknîka dijmin a ku bi sala ne bi kar tinîn diyar kir ku teknîka NATO’yê li hember gerîla bi kar tînîn, lê bi ser nakevin. Dogan diyar kir ku dewleta Tirk tevî ku piştgitiyê ji NATO'yê digire jî nikare bi ser bikeve û bi dewamî got, "Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê heya niha, ango ev şeş meh in li hember gerilayê azadiyê li Heremên Parastinê yên Medyayê bi armanca qirkirinê operasyonên dagirkirinê dimeşîne. Ev operasyon dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê ye. Lê piştî şeş mehan şûn de dema ku mirov li rewşê dinêre, herî dawî jî fermandarê me ya Biryargeha Navendî Heval Cemal anî ziman ku li ku derê destpêkirine îro jî li wir in. Yanî nikarin du gavan pêş de biçin. Ewqas xwedî teknîkek pêşketî ye, nikare du gav pêş de biçe. Dema ku nû ev teknîk pêşket li hember vê tedbîrên me pir xurt nebûn. Şerê me li hember vê teknîkê nehatibû amedekirin. Bes bi têkoşînek rast hemû hêzên gerîla êdî bi tevdîr in. Di tarz, şêwaz û taktîkê de guhertin çêbûn. Tarzê ku derket holê em jê re dibêjin gerîlayê modern, gerîlayê modernîteya Demokratîk. Êdî gerîla mîna berê nîne. Êdî li her derê xuya nake, li cihê tê xwestin li wira ye. Mirov carek mêze dike,  ji binê darekî derdikeve, mirov mêze dike ji binê kevirek derdikeve, an jî gerîla li ku derê ye, ne diyar e. Bi tevdîr in û veşartî tevdigerin. Dewleta Tirk hat wê derê û xetîmî. Ev pênç meh in kimyasalan bikartîne. Lê ew jî encam nagre. Li hember kimyasal jî gerîla xwedî tevdîr e. Bila herkes di vê baweriyê de be ku di destê dewleta Tirk de bombeya atomê jî heba wê bikarbianiya, lê  dîsa jî nikare encam bigre. Li hember vê bîr û baweriyê, li hember vê feraseta rast di taktîk de, di rêbaz de, di rihê fedaî ya ku kûr bûye, kes nikare serbikeve. Tirs û xofa ketiye dilê dijmin de jî ev e. Ger di van rêk û rêbazan de taktîk pêş bikeve, gerîlayê modern li her deverê wê bi ser bikeve.  Hêzên me yê li ber xwe didin vêya şênber nîşandan û teqez wê bi ser bikevin. Serketin a vî şêwazî ye, serketin ya gerîlayê modernîteya demokratîk e."

'PDK NE KURMÊ DARÊ YE, DIJMINÊ DARÊ YE'

Dogan ji bo helwesta PDK’ê ya di vê serdemê de, kiryar û polîtîkayê rojane û têkçûyîna di hilbijartinan de bi helwesta dijminane û hewildanê pêşxistina şerê birakûjiyê ve girt dest û got, "Meseleya kurmê darê heye. Ji bo PDK’ê me pênaseya kurmê darê dikir. Lê êdî mirov dikare bêje ku PDK’ê ne kurmê darê ye, dijminê darê ye. PDK bi dewleta Tirk re tevdigere û di nava hewildana lidarxistina şerê birakujiyê de ye. Şerê birakûjiyê di rihê gelê Kurd de hatiye mehkumkirin. Mixabin PDK îro di vê xetê de ye. Lewra divê mirov nebêje PDK’ê polîtîkayê Kurdewarî dide meşandin. PDK’ê hinek wekîl bidestxistin. Lê derket holê ku di giştî Iraqê de sedî çil însan çûne hilbijartinê. Li Başûrê Kurdistanê ev rêje kêmtir e, derdorê sedî 20 an jî 30’ e. Tevî vêya PDK, di navenda ku herî zêde digot ez rêxistînî me gelek ray winda kir. Tê gotin ku sêsed hezar ray winda kiriye. Ev tê çi wateyê. Gelê me ya Başûrê Kurdistanê sîstema heyî qebûl nake, ya giring jî polîtîkayên PDK’ê qebûl nakin. Mirov şerm dike, gendeliyên ku li tu deverê cîhanê nîne, li Başûrê Kurdistanê heye. Hemû herêma Başûr dixwazin bikin malê malbat, an jî partiyekî. Ev çi feraset e? Ev têr nake, xwe avêtine hembêza dewleta Tirk û bi wan re dixwazin bi ser gerîla de werin. Bi dewleta Tirk re kîmyasal bi kartînîn, ji bo ev kiryarê wan jî dernekeve hole, ser bûyeran dinixûmînîn. PDK’ê bi kiryarên xwe li dijî gelê xwe tevdigere û yê ku naecibîne tavêje zindanê. Zindanên Dihokê tijî muxalîfên PDK’ê ye. Lê gelê Başûr van rastiyan êdî baş dibînîn. Berê ne wîsa bûn, berê gel digot ji aliyê wan ve bedel hatiye dayîn. Ji bo Azadiya Kurdistanê bedel dan e. Lê niha derket holê ku ew ji bo azadiya Kurdistanê şer nakin. Berovajî li gel dijminê gelê Kurd hevkarî dikin. Ev partî partiya Kurdewar nîne, hemû gel jî vê baş dibîne, wê gelê me li hember van polîtîkayan bisekine û helwestê xwe raber bike.  Fermandarê me ya biryargeha navendî heval Cemal got, PDK  bila li gel dijmin nesekine. Lê dewleta Tirk di şerê xwe de dema binket yê çû alîkarîyê dîsa PDK bû. Niha bi dewleta Tirk re li dijî gerîla şer dike. Em vêya ji şehîdên me yê Xelîfanê baş dibînîn. Aşkere hevalê me qetil dikin. Şehîd ketine neketine em nizanin. 

'PDK'Ê ÇARENÛSA XWE BI DEWLETA TIRK VE GIRÊDAYE'

Yanî ev hêz çarenûsa xwe bi dewleta Tirk ve girêdaye. Em vê polîtîkayê li Şengalê jî dibînîn. Li Şengalê hilbijartin nebû. Li Şengalê bi hilbijartinê xwestin peymana 9’ê cotmehê pêk binîn. Ev aşkere bû. Nehiştin gelê Şengalê biçe ser sindoqan. Pêşî asteng kirin. Divê ev were ditîn. Dewleta Tirk, PDK  û rêveberiya berê ya Bexdayê bi hevre vê peyman îmze kirin. Hêzên navneteweyî jî piştgiriya xwe raber kirin. Herî dawî sefirê Tirkan ya Bexdayê ya berê Murat Ozçelîk daxuyanî da û got em li Şengalê bi PDK’ê re tevdigerin. Ew bi xwe îtîraf dikin, vekirî dibêjin. Ruxmî vêya Neçîrvan Berzanî daxuyanî dide û dibêje pêwîste peymana li ser Şengalê pêk were. Peymana 9’ê Cotmehê ji aliyê gelê me ya Şengalê ve, wek berdewamiya fermanê hat pênasekirin. Hîn li Iraqê hikumet ava nebûye. Ji Tirkan zêdetir, pêşengtiya şerê li dijî gelê me ya Şengalê dike. Gelê me ya Başûrê Kurdistanê, gelê me yê Şengalê vê dibîne. Dîrok vêya tev daniye holê. Bêguman seknek rast di hilbijartinan de derket holê,  gel neçû ser sindiqan. Gelê me yê Şengalê jî van polîtîkayan, peymana 9’ê Cotmehê bi tu şêwazî qebûl nake. Heta ku gelê Şengalê li dijî vê peymanê derkeve, wê tevgera azadî jî timî li gel Şengalê be."

'DAWIYA AKP-MHP'Ê HATIYE'

Dogan bal kişand gefên dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê û got, "Êdî tiştekî pê gelê Tirkiyeyê bixapîne nemaye, dest bi şerekî nû dikin. Dewleta Tirk xwedî vê polîtîkayê ye. Li ku derê devera dinyayê û Kurdistanê Kurdek azad hebe û têkoşîna azadiyê bimeşîne, dijminê xwe ya sereke dewleta Tirk e, hikûmeta wê AKP-MHP’ê ye. Lê li hember vêya bi her awayî û li her derê berxwedan pêwîst e. Em nebêjin wê dijmin were an jî neyê. Divê em di xeta şerê gelê şoreşgerî de hem amedakariyê xwe xurt bikin, him jî tekoşîna xwe bilind bikin. Ji xwe li ber ketinê ye. Bila herkes bizanibe. Yê ku çarenûsa xwe bi wan jî girêdaye li ber ketinê ne. PDK’ê jî çarenûsa xwe bi wan ve girêda ye."

Dogan herî dawî balkişand ser girîngiya bilindkirina têkoşîn û berxwedanê û got, "Gelê Kurd di asta giştî Rojhilata Navîn de de pêşengtiya azadiyê dike, pêşengtiya giştî tekoşîna mirovahiyê dike. Ev li ser polîtîkaya berxwedanê pêşket. Ev berxwedan di serî de li Amedê pêş ket. Xurtkirina xeta berxwedaniyê di her qada jiyanê de wê me ber bi serketinê ve bibe. Dijminê me bêminet e. Tişta pêwîst amedekarî ye. Em di pozîsyona berxwedanê de ne. Em ê heta dawiyê nirxê xwe biparêzin. Yê ku bin bikeve dijminê me ye. Ev diyar dibe, xuya dike. Roniya dawiya tunelê êdî xuya dike. Ji xwe ew jî tirsa vê dijîn. Kimyasal Tayîp, dewlet Bahçelî bi tirsa vê ne. Êdî deqeyên dawî dilîzîn. Lewra divê em jî tekoşîna xwe bilindtir bikin, bêguman em li hember hemû êrîşên wan jî xwedî amedakarî ne. Li her deverê jî ev xet ser dikeve û em ê ser bikevin."