Kemalbay: Divê em li hemberî bêedaletiyan bin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay got: “Em li ba Meşa Edaletê ne, di rojên pêş de hûn ê bibînin. Divê em li hemberî hemû bêedaletiyan bin. Ji Nûriye û Semîh heta Sûrê li her derê pêdiviya me bi edaletê heye.”

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay li Parka Anzeleyê ya li Sûrê cejna gel pîroz kir. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî beşdarî pîrozkirina cejnê bû û bi gel re govend gerandin.

Kemalbay li vê derê axivî û got: “Em ê biçin serdana taxên ku dixwazin li wê derê veguherîna civakî bikin. Em dixwazin balê bikişînin ser taxên li ber hilweşandinê. Em dixwazin van polîtîkayên ku dîrokê tune bike, roj berî rojekê bi dawî bibin. Sûr cihekî wisa ye ku di bin parastina ÛNESCO’yê ye. Bi destê AKP’ê dixwazin vî tiştî bikin. Gelek mirovên me li Sûrê jiyana xwe ji dest dan. Tekane daxwaza wan ev bû ku dixwestin xwe bi rê ve bibin.”

Kemalbay bal kişand ser polîtîkayên şer ên desthilatdariyê û got: “Li Cizîr, Silopî û Şirnexê gelê me berxwedaneke mezin derxist holê. Di 16’ê Nîsanê de gelê me li hemberî yekzilamî û rûxandinê îtîraza xwe nîşan da. Herî zêde gelê Kurd ji faşîzmê re got ‘NA’. Bi hesta tolhildanê dixwazin Sûrê hilweşînin. Divê gelên cîhanê vê êrîşê li hemberî xwe bihesibînin. Divê ÛNESCO li hemberî vî tiştî bêdeng nemîne.”

Hevseroka HDP’ê Kemalbay têkildarî Meşa Edaletê jî got: “Ji roja ku meş hate destpêkirin, me got em ê piştgiriya wê bikin. Li hemberî me dîktatoriyek heye, bi hev re em dikarin li hemberî wê têbikoşin. Em piştgiriya vê meşê dikin. Divê em li hemberî hemû bêedaletiyan bin.”

Piştî wê jî Kemalbay û heyet çûn pîrozkirina cejna malbatên Sûrê. Girseyê bi “Bijî Berxwedana Sûrê” Kemalbay pêşwazî kir.

Piştî serdanê Kemalbay ji Sûrê veqetiya.