KCK: PDK zerarê dide yekîtiya Kurdan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: PDK ji bo êrişên dewleta Tirk ên li ser tevgera me û gelê me rewa bike, li nava raya giştî ya Kurd û li derve propaganda reşkirinê dike, hewl dide desthilatdariya AKP-MHP'ê mafdar nîşan bide.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku agahiyên şaş û manîpulatîf ji konsolosxane û sefaretxaneyên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê re tên dayin û bi vî rengî li dijî tevgera wan sor dikin.

Daxuyanî wiha ye:

"Çapemeniya PDK'ê û Serokwezîrê Hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî, rojên dawî propagandaya dijber û xapandinê ya li hemberî tevgera me zêde kirine. Qîma xwe bi vê jî neanîne; agahiyên manîpulatîf didin konsolosxane û sefaretxaneyên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê û bi vî rengî hewl didin wan li dijî tevgera me sor bikin. Hin nûnertî û mîsyonên biyanî jî bi agahiyên berevajî û dûrî ji rastiyê yên PDK'ê xapiyan û li dijî tevgera me daxuyanî dan. Divê nûnertiyên welatên biyanî zanibin ku daxuyaniyên wan ên li ser agahiyên derewîn ên PDK û dewleta Tirk didin, zerarê didin yekîtiya Kurdan û aramiya herêmê.

'PDK HEWL DIDE DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê MAFDAR NÎŞAN BIDE

Ji berê ve PDK hem li nava raya giştî ya Kurd hem jî li derve hewl dide êrişên dewleta Tirk ên li ser tevgera me û gelê me rewa bike, bi vê armancê propaganda reşkirinê dike, hewl dide desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst qirker mafdar nîşan bide û tevgera me bike hedef. Hin hincetan pêşkêş dike, bûyeran berevajî dike û bi vî rengî hewl dide agahiyên çewt belav bike. Êrişa beriya du rojan a li Amediyê ya li dijî hêzên gerîla hate kirin, parçeyek ji vî karî ye. Hem bi vê êrişê hem jî bi propagandaya piştî êrişê xwestin ku bingehê ji êrişeke berfirehtir re amade bikin.

PDK'ê ev propagandaya xwe ya xapandinê û berevajîkirina rastiyê berfireh kiriye û propaganda wê dike ku li pişt çalakiyên tundiyê yên li nava tevgerên girseyî yên li Başûr de tevgera me heye. Tevgera me helwesta xwe ya di vê mijarê de beriya niha bi raya giştî re parve kir. Me careke din pêwîstî pê dît ku helwesta xwe bi raya giştî re parve bikin; Propagandaya 'Daxwaz û pirsgirêkên aborî, civakî û demokratîk ên gelê Başûr nîne, lê belê hêzên derve ji bo Başûr tevlîhev bikin dibin sedema vê liv û tevgerê' bi zanebûn tê kirin. Yên ku pirsgirêkên bûne sedema çalakiyên gel afirandine, polîtîkayên şaş ên desthilatdariya Başûr e."

Careke din eşkere bûye ku ev propagandayên PDK'ê û dewleta Tirk derew in, bi zanebûn tên kirin û hewl didin bikin hinceta êrişa li dijî tevgera azadiyê. Ev êrişên li dijî gelê mû têkoşîna azadiyê, li Bakur, Rojava, Şengalê, Mexmûrê, Başûr û Rojhilat roj bi roj berfireh dibin. Propagandayên bi vî rengî, polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk rewa dike û paşeroja azad a gelê me dixe rewşeke metirsîdar.

PDK NAHÊLE CIVAKA ÊZIDÎ LI ŞENGALÊ VEGERE

PDK her wiha şerekî giran ê psîkolojîk û taybet dimeşîne û dibêje 'PKK hikumeta Başûr qebûl nake, nahêle ku gundî li gundên xwe vegere, li pêşiya vegera xelkê Êzidî yê li kampan dibe asteng, li Başûr tevlîheviyê dike'. Armanca van hemûyan ew e ku gel bixapînin û êrişa li dijî PKK'ê rewa bike. Ji xwe berê jî îdîa dikir ku PKK statuya Başûr dixe tehlûkeyê û bi vê propagandayê hewl dida hincetê ji êrişê re çêbike. Niha jî bûyerên tundiyê yên di çalakiyên gel de rû dan dixe stuyê tevgera azadiyê û hewl dide van îdîayên xwe ispat bike, xurt bike û êrişên xwe rewa bike.

DAXWAZÊN GEL RAST IN Û MAFDAR IN

Daxwazên gel rast in û mafdar in. Lê belê bûyerên tundiyê zerarê dide çalakiyên rast û mafdar ên gel û tê xwestin ku vê yekê bikin bingeh ji êrişan û provokasyonên hêzên dijmin re. Lewma bûyerên tundiyê yên ku zerarê didin çalakî û daxwazên demokratîk rast nînin. Li aliyê din bersiva bi tundiyê ya li daxwazên mafdar ên gel pirsgirêkê girantir dike. Ji ber vê yekê pêwîstî bi wê yekê heye ku pirsgirêk bi diyaloga bi gel re û bi nêzîkatiya demokratîk bên çareserkirin.

Bi navê tevgera azadiyê, di nava ti hewldaneke tundiyê ya li Başûr de em nînin, em ne alîgirê wê ne û tiştekî wiha qebûl nakin. Îdîayên bi vî rengî hemû demagojî û propaganda derewîn e. Yên ku van daxuyaniyan dikin, hewl didin pirsgirêkan binixumînin û ji berpirsyariya bûyeran birevin. Em bang li gelê xwe û derdorên pêwendîdar dikin ku li hemberî van hesab û propagandayên qirêj helwestê nîşan bidin û pûç bikin."