KCK: Gelê me wê ti carî hevrê Rûbar, Halîl û Mûrat ji bîr neke!

KCK a Rûbar, Halîl û Mûrat ên sala 2017’an şehîd bûbûn bibîr anî got: “Gelê Kurd hemû û Tevgera Azadiya me wê van ewladên leheng ên Kurd ti demê ji bîr nekin; çi dibe bila bibe wê xwedî li wê doza azadiyê ku di oxira wê de şehîd bûne, derkevin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera Rûbar (Huseyîn Poyraz), Halîl (Nîhat Ayaz) û Mûrat (Ahmet Kiliç) ên sala 2017’an de şehîd bûbûn daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê ev got: “6’ê Çileya 2017’an hevrêyên me Rûbar (Huseyîn Poyraz), Halîl (Nîhat Ayaz) û Mûrat (Ahmet Kiliç) di encama êrîşa balafirên şer de şehîd bûbûn. Em van hevrêyan bi rêzdarî bibîr tînin, soz didin ku em ê Kurdistaneke Azad a di oxira wê de canê xwe dan pêk bînin.Em ê têkoşîna azadiyê ya jin, ciwan û gelê Kurd bi vê hesretê rabûne têkoşînê û dîsa bi deh hezaran şehîd dane, dîsa hesreta azadiyê ya Rêber Apo afirandî bigihînin serketinê.

Hevrê  Rûbar ê sala 1976’an de tevlî tevgera Apoyî bûyî, di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 40 salî de li her qada têkoşîna azadiyê cihê xwe girtiye. Bi salan gerîlatî û fermandarê gerîla kiriye. Piştî 15 sal a mayîna zindanê û şûnde ji cihê mayî fermandariya xwe domandiye. Di têkoşîna xwe ya endamê Komîteya Navendî ya Partiyê de li hemû qadên jiyanê têkoşîn kir. Dema ku berpirsê Komîteya Darayiyê bû şehîd dikeve. Hevrê Halîl di têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 35 salî de, têkoşîna azadiyê bi biryardarî weke milîtan, kadro û rêveberekî gelek erk bicih anî. Hevrê Mûrat jî ji Ewropa ya navenda modernîteya kapitalîst e, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê, cihê xwe di nava refên gerîla de girtiye. Li gel hevrê Rûbar û Halîl şehîd dikeve.

ŞEHÎD TEMSÎLA GIYANÊ TÊKNEÇÛYÎ YÊ TEVGERA AZADIYÊ DIKIN

Di afirandina giyan, kesayat û nasnameya tevgera me ya azadiyê de rola diyarker ya van hevrêyên fedakar heye ku bi vê astê dilsoz in. Ev hevrêyên me yên bi vê astê, her wiha weke stûnên hilneweşiyayî yên Tevgera me ya Azadiyê, ji bo geşbûna têkoşîna me û domdarbûna wê xwedî kedeke zêde ne. Her şehîdê me hemû şehîdên me bi rengekî herî rast temsîl kirine û kirine ku Tevger têk neçe. Ne pêkan e ku Tevgera Azadiyê ya xwedî şehîdên weke Rûbar, Halîl û Mûrat têk biçe. Hemû hevrêyên me yên ku şehîd bûne jî weke temsîla vî giyanê têkneçûyî li ber xwe didin û li dijî mêtingeriya qirker têkoşîn didome.

Hemû gelê me jî, Tevgera Azadiyê jî wê van ewladên leheng ên Kurd ji bîr neke, zor û zehmetî çi dibin bila bibin wê li wê doza wan xwedî derkevin ku di ber de şehîd bûne. Ne tenê weke yên gelê Kurd, weke şoreşgerên mînak ên Rojhilata Navîn, Rojhilata Navîn û hemû cihanê wê di nav têkoşîna me de bijîn, bidin jiyandan; li Kurdistana Azad gelê me, gelên me, weke eniyên azadiyê wê ti caran wan ji bîr nekin.''