KCK: Em Hozan Dilgeş bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, hunermendê Kurd Hoan Dilgeş, ku çend roj berê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, hunermendê Kurd Hoan Dilgeş, ku çend roj berê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.
KCK'ê diyar kir, ew bi wefata Hozan Dilgeş gelekî êşiyan e û ji malbata wî, hevalên wî yên hunermend û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Di dewama peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "Hozan Dilgeş zû têkoşîna azadiyê nas kir û di salên 1990'î de weke hunermendê Şoreşa Vejînê, xizmetên gelekî mezin ji têkoşîna azadî û demokrasiyê re kir. Bi hunera xwe, cihê xwe di nava mayîndebûn û civakîbûna şoreşa me ya vejînê de girt. Bi kesayetiya xwe ya hunermendî, ku hişmendiya welatparêziyê, çanda berxwedanê bi pêş ve dibir û bal dikişand ser pirsgirêkên civakî, timî bûye xwedî karakterekî xweser. Hozan Dilgeş, di emrekî ciwan de tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bû û Kurdîtiya bingehîn a Êzidiyatiyê, welatparêziya xurt a li Mêrdînê di şexsê xwe de şênber kir. Di afirandina civaka neteweya demokratîk de keda xwe zêde ye.
Hozan Dilgeş, di serdema herî zehmet de bi têkoşîna azadiyê re bû û heta nefesa xwe ya dawî bi têkoşîna azadiyê re meşiya. Em Hozan Dilgeş bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soz didin, ku em ê nirxên ku wî afirandiye li Kurdistana azad û demokratîk biparêzin."