KCK: Em ê bîranîna şehîdên Helepçe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bidin jiyîn

Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê soz da ku bîranîna şehîdên Helepçe bi pêkanîna yekîtiya netewî û azadkirina Kurdistanê bide jiyîn.

Hevserokatiya Rêveber a KCK’ê ji bo 29. Salvgera Komkujiya Helepçe daxuyaniyeke nivîskî da û got, êrîşên dewleta Tirk ên ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne berdewama komkujiya Helepçe û hişmendiya DAIŞ’ê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de wiha got:

‘’Meha Adarê ew meh e ku li dijî gelê me gelek komkujî pêk hatine. Ji van jî ya herî giran û êşdar  jî komkujiya Helepçe ye ku bi hezaran mirovên me bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Em di vê salvegerê de şehîdên Helepçe bi minet û hurmet bi bîr tînin, em careke dî soz didin ku bîranîna wan em ê di têkoşîna pêkanîna yekîtiya netewî û Kurdistana azad de bidin jiyîn.’’

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ BERDEWEMA HELEPÇE YE

Komkujiya Helepçe li ser hişmendiya netewdewletiye navendî  ava bûye ku hebûna Kurdan red dikin. Kurd hê jî weke netew û civakeke wekhev nayên qebûlkirin, hişmendiya netew dewletiya mêtingeriya qirker ya ku dixwaze Kurdan tine bike berdewam dike. Tinekirina Kobanê ya bi destê DAIŞ’ê, 2016’an kavilkirina Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Silopya, Hezex, Kerrboran, Geverê weke berdewama hişmendiya komkujiya Helepçe ye. Îro di serî de dewleta Tirk hêzên ku li ser Kurdan polîtîkaya serweriya qirker didomînin, bi komkujên Helepçe re û bi DAIŞ’ê xwedî heman fikr û polîtîkayê ne.

Ji bo ku careke dî Helepçe pêk neyên, divê hişmendiya netewdewletiya yekperest, hişmendiya qirker a cihêrengiyê tine dihesibîne, hişmendiya serweriya navendî ya otorîter ji holê rabin. Girêdana bi şehîdên Helepçe re beriya her tiştî têkoşîna li dijî van hişmendiyan e. Ji bo vê jî girîng e ku gelê Kurd bibin pêşengê hişmendiya demokratîk û di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de rista xwe ya dîrokî pêk bînin. Li Rojhilata Navîn ewlehiya hemû gel û komên çewisandî, têne mêtin, qira wan tînin, bidestxistina jiyana azad û demokratîk jî, di serî de welatên ku li ser Kurdan seweriyê datînin, bi demokratîkirina Rojhilata Navîn pêkan e.

JI BO KU CAREKE DÎ HELEPÇE NEBIN EM Ê BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN

Li ser vê bingehê Tevgera me ya Azadiyê, ji bo ku gelê me û gelên din careke dî Helepçe nejîn, ji bo ku careke dî Kobanê, Cizîr, Sûr çênebin, di demokratîkirina Rojhilata Navîn de weke duh îro jî wê berpirsyariya xwe bi cih bîne.’’

6 XWENDEKARÊN KU 16’Ê ADARA 1978’AN HATIBÛN QETILKIRIN, HATIN BIBÎRANÎN

KCK’ê di berdewamiya mesaja xwe de 6 xwendakarên ku 16’ê Adara 1978’an li Zanîngeha Stenbolê hatibûn qetilkirin bi bîr anî û wiha got:

‘’16’ê Adarê her wiha salvegera kuştina 6 xwendekaran a bi êrîşeke bombeyî ya li Zanîngeha Stenbolê ye ku di nav wan de ciwanên Kurd jî hebûn, ku sala 1978’an pêk hatibû. Em wan jî bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Salên 1970’yî têkoşîna demokratîk a şoreşger a ku li Tirkiyê pêk hatî û şehîdên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, hem têkoşîna azadiya Kurd xurt kirine û di heman demê de şehîdên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelê me ne. Tevgera me ya Azadiyê her demê têkoşîna demokratîk şoreşger weke têkoşîna xwe dîtiye, şehîdan jî di têkoşîna azadî û demokrasiyê de dide jiyîn.

Kesên ku 12’ê Adara 1971’ê di dema darbeyê de hatine qetilkirin, ên ku li Gaziyê hatin qetilkirin, ên ku li Zanîngeha Stenbolê hatin qetilkirin wê di têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyê û azadkirina Kurdistanê de werin jiyîn.’’