KCK: Em bi şiyara 'Ya jiyana azad ya jiyana azad' Newrozê pêşwazî bikin

KCK'ê Erdogan û Bahçelî weke Dehaqên serdema heyî bi nav kir û destnîşan kir, zîhniyeta faşîst û qirker, mîna demên berê wê di roja îro de jî li pêşberî ruhê berxwedêr ê Newrozê têk biçe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji bo Newrozê peyamek weşand û bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir, ku li dijî faşîzmê bi dirûşma "ya jiyana azad ya jiyana azad" dakevin qadan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "Bi coşa destpêka sala nû ya têkoşînê, em Newrozê li gelê xwe, dost û hevrêyên xwe û li tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin."

KCK'ê şehîdên Newrozê bibîr anî û got, "Di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan de, em hemû şehîdên xwe yên Newrozê, ku karaktera berxwedêriyê û wateyên çandî, civakî û neteweyî dan Newrozê, bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin. Nirx û wateya ku wan dane Newrozê, têkoşîna me zexm kiriye."

Di daxuyaniya KCK'ê de bal hat kişandin ser girîngiya Newrozê ji bo gelê Kurd û hat gotin, "Ji bo Kurdan Newroz tê wateya zêdekirina nirxên çandî, civakî û neteweyî, li dijî zilm û zordariyê geşkirina berxwedanê ye. Her Newrozek li dijî zilm û zordariyê bûye soz û destpêka saleke nû ya têkoşînê. Kurd bi karakterê berxwedeêrî û nirxên ruhê Newrozê xwe gihandine roja îro. Karakterê berxwedêrî û nirxên ruhê Newrozê wê jiyana demokratîk û azad û hebûna wan garantî bike."

'FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê DIXWAZE KURDAN TINE BIKE'

Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê û dijminên Kurdan dîtin, ku Kurd bi qasî ku karibin jiyana azad û demokratîk bi dest bixin xurt bûne, ji bo şikandina vîn û hêza Kurdan dest bi êrîşê kirine. 

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna sedsala 20'an hewl tê dayîn ku Kurd di nava mêtîngeriya qirker de bên tinekirin. Bi vê armancê jî, Kurdan xwe li ku derê bi rêxistin kiribin, xurt bûbin û bi têkoşînê destketî afirandibin, yekser êrîşî hebûna Kurdan a li wê derê dikin û hewl didin hemû nirxên jiyana demokratîk û azad ji binî ve rakin. Mîna ku di hin serdemên dîrokê de hat dîtin, xeteriya ji holê rakirinê li ser Kurdan heye.

Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn diqewime, Kurdan bi zanebûn, rêxistinbûn û karakterê xwe yê berxwedêriyê gelek derfet û firsendên serketinê bi dest xistin. Dİ heman demê de, eger bi hev re di naa yekîtiyê de tênekoşin, dibe ku bikevin nava sedsala qirkirineke nû, ku dikare rê li ber tinebûna wan veke.

Di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de, ji bo Kurd karibin serketineke mezin bi dest bixin, pêkanîna yekîtiya neteweyî gelekî girîng e. Kurd, ji ber ku di serdemên diyarker ên dîrokê de nebûn yek, winda kirin û gelekî ji vê windakirinê kişandin. Dijminên Kurdan jî dîtin ku qelsiya herî mezin a Kurdan nebûna yekîtiyê ye û her tim hewl dan yekîtiya Kurdan xera bikin, wan li hemberî hev bi kar bînin û ev yek ji xwe re kirin rêbazeke têkoşînê li dijî Kurdan. Ji bo Kurdan di bin kontrola xwe de bigirin, nebûna yekîtiya Kurdan û xiyaneta navxweyî gelekî bi kar anîne. Ji ber vê yekê, di vê sedemê de ku firsendên dîrokî ji bo Kurdan derketine holê, divê weke berpirsyariya li pêşberî berdêlên giran ên di Newrozan de hatine dayîn, bi ruhê Newrozê yekîtî bê xurtkirin û helwest li dijî ziyanetê were nîşandan."

DIJMINÊN KURDAN BI ISRAR HEWL DIDIN KURDAN QIR BIKIN

KCK'ê bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan û ragihand, di serî de dewleta Tirk, hemû dijminên Kurdan dest ji israra xwe ya qirkirina Kurdan bernedane.

Di dewama daxuyaniya KCK'ê de ev nirxandin hat kirin:

"Her roj bi gotina 'yek milet, yek welat' vê armanca xwe bi awayekî vekirî nîşan didin. Desthilatdariya faşîst a xwe dispêre tifaqa AKP-MHP'ê, Mutabaqata Dolmabahçeyê ya Rêber Apo ji bo vekirina rêya çareseriya demokratîk red kir, encamên hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an tine hesiband, li ser bingeha afirandina netewe dewletê di salevgera Peymana Lozanê de, ku peymana tinekirina Kurdan e, di 24'ê Tîrmehê de şerê qirkirinê giran kir. Ev hemû armancên wan radixe pêş çavan. Hemû êrîş û zextên di nava 2 salên dawî de hatin kirin, ji bo şikandina vîna gelê Kurd û bicihanîna armancên qirkirinê ye.

BERSIVA LI ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ: YA JIYANA AZAD YA JIYANA AZAD

Li dijî van êrîşên qirker, ji bilî rakirina ser piyan a ruhê Newrozê û geşkirina têkoşîna avakirna jiyana demokratîk û azad, ti rê nîne. Li dijî yên bi êrîşa tinekirina Kurdan re dibêjin 'ya wê biqede ya wê biqede', dem ew dem e ku ji bo parastina hebûna xwe, bi karakterê berxwedêr ê Newrozê bêjin 'ya jiyana azad ya jiyana azad' û bi gotina fermandarê mezin Çiyager, berxwedaneke bêhempa bê nîşandan. Sala 2017'an, ji gerîla heta gelê me, berpirsyariyeke bi vî rengî ya dîrokî ya berxwedanê datîne pêşiya me hemûyan."

'ERDOGAN Û BAHÇELÎ DEHAQÊN SERDEMA ÎRO NE'

KCK'ê ragihand, di herikîna dîrokê de zext û zordariyê ti carî nekariye li pêşiya karakterê berxwedêr û ruhê Newrozê bisekinin û diyar kir, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî Dehaqên serdema îro ne, ew û çeteyên wan ên şer wê nikaribin li ber ruhê berxwedêr ê Newrozê bisekinin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mîna her demê, gelê me wê bi karakterê berxwedêrî û nirxên çandî, civakî û neteweyî yên di ruhê Newrozê de hene, li hemberî Dehaqan li ber xwe bide û hêza hebûnê ya Kurdan nîşan bide.

EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ JI SEDÎ SED BI SER BIKEVIN

Ji ber vê yekê, di Newroza 2017'an de lazim e gelê me li her cihî rabe ser piyan, li dijî zilmê vîna hebûnê û helwesta jiyana azad a Kurdan nîşan bide. Newroz ew roj in ku Kurd hebûn û vîna xwe nîşan didin. Ji bilî nexweşan, hemû ciwan, extiyar, jin, zarok her kes dadikevin qadan, hebûna xwe nîşan didin. Ev yek çandek e, kevneşopiyek e, îbadetek e; minetdariya ji nirxên ku Kurd afirandiye û parastina van nirxan e. Kurdan bi hezaran salan Newroz bi hemû nirxên xwe jiyan e, parastine û wê ji niha û pê ve jî biparêzin.

Her Newroz ji bo Kurdan tê wateya vejîn û destpêkeke nû. Ji ber vê yekê, li dijî êrîşên giran ên du sal in tên kirin, divê em bikin destpêka saleke nû ya xurt a berxwedanê. Gelê Kurd di her serdema zehmet de bi ruhê Newrozê xwe ji nû ve afirandiye û lazim e em vê rastiyê careke din nîşan bidin. Mîna serdemên berê û bi dehan salên bihurî, divê li ber xwe bidin, dakevin qadan, hebûna xwe nîşan bidin û di sedsala 21'an de vîna bidestxistina jiyana demokratîk û azad nîşan bidin. Di qedexe û zext divê nikaribin pîrozbahiyên Newrozê asteng bikin. Eger pêşî li pîrozbahiyên girseyî were girtin, alzim e her tax bibe qada Newrozê û nîşanî dost û dijminan were dayîn ku pêşî li  karakterê berxwedêr û ruhê Newrozê nikare bê girtin.

Em ê bi ruhê Newrozê ji sedî sed bi ser bikevin!