KCK’ê peyameke pîrozbahiyê ji Tevgera Goran re şand

Koma Civakê Kurdistanê (KCK) bi minasebeta yazdemîn salvegera damezrandina Tevgera Goran, peyameke pîrozahiyê pêşkêşî Tevgera Goran kir.

KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser rolê damezrînerê Tevgera Goran rehmetî Newşîrwan Mistefa ku kesayetek rewşenbîr, xwedî ezmûn û karîzma bû û karî rûpeleke nû di dîroka siyaseta Kurdistan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê veke.

Naveroka peyama KCK’ê ya ji bo Tevgera Goran wiha ye:

“Bi boneya yazdemîn salvegera damezrandina Tevgera Goran, em pîrozbahiyê pêşkêşî Rêberê Tevgerê rehmetî Newşîrwan Mistefa û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, we birêz alîgirên tevgerê û hemû gelê Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in di xebat û têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, dadperwerî û yeksaniyê de serkeftî bin.

Tevgera Goran di dîroka xebata siyasî û sivîl ya Başûrê Kurdistanê de ezmûnek giring û destpêkek nû ye.Tevgera Goran bi pêşengtiya rehmetî Newşîrwan Mistefa wek kesayetek rewşenbîr, xwedî ezmûn û karîzma karî rûpelek nû di dîroka siyasî ya Kurdistan û bi taybetî ya Başûrê Kurdistanê de veke. Ya ku Kak Newşîrwan rêbertî jê re dikir, guhertina di hişmendiyê, çandî, civakî, desthilat, cesaret û jêhatîbûyîn bû di rexnekirina hemû pîvanên siyaseta heyî ya li Başûrê Kurdistanê de bû.

Her wiha Tevgera Goran ji bo xebata netewî û demokrasî ya parçeyên din ên Kurdistanê bi ruhê netewî û berpirsyarane nêz bûye. Vê yekê di pratîk û gotinê de piştrast kir. Ji bona wê bû hêviyek ji bo gelê me û di demek kurt de piştgiriya gel ji bo rêbaza xwe mîsoger kir. Her wiha bi piştgirîdayîna gel bû ku heya niha wek faktorek sereke di siyaseta Kurdî de çalak e û di guhertinan de xwedî rol e.

Em hêvîdar in ku Tevgera Goran bikare li ser rêbaza Kak Newşîrwan di siyaseta Kurdî de avakirin û nûbûnan çêbike. Bi piştgirî, hêz û îradeya gelê Kurdistanê hîn zêdetir ji caran bikare di pêşketin û guhertinan de rol bilîze. Bi taybet di demek ku hemû Kurdistan ketiye li ber pêla dagirkerî û enfalê ya dewleta Tirk a faşîst, Tevgera Goran dikare bi xûrtkirina ruhê yekîtiya netewî û rêxistinkirina berxwedaniya li dijî dagirkeriyê rolek dîrokî bilîze.

Bi vê boneyê dubare em we pîroz dikin, bi giyan û bîranîna rehmetî Newşîrwan Mistefa hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.”