KCK: Divê gelên Sûriyeyê li dora FDBS li hev bicivin

KCK: Di salvegera 5. a Şoreşa Rojava de em bang li hemû gelên Sûriyeyê dikin, ku li dora Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li hev bicivin, Sûriyeyê demokratîk bikin û tevlî pêngava jinûve xurtkirinê bibin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya salvegera 5. a Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ev modela şoreşa demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk, wê mejî û pratîka netewe dewlet a qirker a desthilatdariya AKP'ê, ku xwe dispêre yek welat û yek netewe, bşîne gora qirkeran. Ji ber vê yekê êrîşî vê şoreşê tê kirin."

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Di salvegera 5. a Şoreşa Rojava de, em Şoreşa Rojava ya li ser xeta Rêber Apo pêk hat pîroz dikin; bi hezaran şoreşgerên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî û enternasyonalîst, ku ji bo pêkhatin û mayindekirina vê şoreşê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em careke din destnîşan dikin, ku em pê bawerin; wê Şoreşa Rojava bi Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk tacîdar bibe.

Şoreşa Rojava, ji nava tarîtiyeke ku dixwestin Rojhilata Navîn bixin navê, weke hêviya rizgariyê ya gelan afirî. Di nava rewş û atmosferekê de, ku neteweperestî, mezhebperestî û faşîzma olî gel berdan hev û bi vî rengî Rojhilata Navîn qels kir, Şoreşa Rojava bi zîhniyeta xwe ya neteweya demokratîk û sîstema xwe ya xwe dispêre konfederalîzma demokratîk, modeleke siyasî derxist holê, ku gelên Rojhilata Navîn di nava aştiyê de xurt bike. Derman û çareya hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn, Şoreşa Rojava û modela Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê (FDBS) ye. Ji bilî vê yekê ti zîhniyet û sîstemeke din a siyasî ınîne, ku gelên Sûriyeyê û gelemperiya Rojhilata Navîn karibin di nava aştî, demokrasî û azadiyê de bijîn. Ji ber vê yekê, Şoreşa Rojava şoreşa hemû gelên Rojhilata Navîn e. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, sîstema siyasî û civakî ye ku hemû gelên Rojhilata Navîn bixe nava aştiyê û xurt bike.

Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê siberoja Sûriyeyê ronî dike û di nava rewşa xitimandî ya Sûriyeyê de alternatîfeke çareseriyê ye. Hemû civakên etnîkî û baweriyan; Ereb Kurd, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Çeçen; Êzidî, Elewî, Şîa, Sûnî, Îsmaîlî, di nava Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de bi rêxistiniya civakî ya konfederal a demokratîk, bi rengê xwe yê xweser di nava biratiyê de dijîn. Li ser vê bingehê, yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê xurt dikin. Di rewşa heyî de, yekane projeya siyasî ya ku yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê xurt dike, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye. Bi vî rengî, Gelên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li dijî neteweperestî, mezhebperestî, olperestiya fanatîk û polîtîkaya parçe bike-bi rê ve bibe, bi zîhniyeta neteweya demokratîk proje û polîtîkaya xurtkirina yekîtiyê mayinde dikin. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi vê karaktera xwe re ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn bûye hêviya rizgariyê.

Modela Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, pêngaveke şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, desthilatdariya AKP'ê ya mêtinger qirker, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê weke dewleteke terorê bi nav dike û dike hedef. Ev modela şoreşa demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk, wê mejî û pratîka netewe dewlet a qirker a desthilatdariya AKP'ê, ku xwe dispêre yek welat û yek netewe, bşîne gora qirkeran. Ji ber vê yekê êrîşî şoreşê dike. Cîhan tev zane, yê ku DAIŞ'ê û hemû çeteyên li derveyî mirovahiyê xwedî dikin, bi destê wan êrîşî gelan dike, Tirkiye veguherandiye destekvanê terorê û ji tevahiya Ewropayê û gelên Rojhilata Navîn tecrîd kiriye desthilatdariya AKP'ê ye; şefê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan e.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê û şefê wê yê faşîst Tayyîp Erdogan ji karakterê demokratîk ê kantona Efrînê ditirse. Ji ber vê yekê gefa dagirkirinê li Efrînê dixwe. Bi vî rengî careke din raxistiye pêş çavan bê çiqasî dijminê demokrasî û azadiyê ye, çiqasî dijminê Kurdan e. Dijminatiya Tayyîp Erdogan û AKP'ê ya li Kurdan, bi rengê dijminekî har ê li azadî û demokrasiyê xwe nîşan dide.

Di sala 5'an a Şoreşa Rojava de divê em careke din destnîşan bikin, ku tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Rojhilata Navîn bi Şoreşa Rojava re ne, bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re ne. Eger Tayyîp Erdogan ê faşîst hewl bide dest dirêjî Efrînê bike, mîna DAIŞ'ê wê ji aliyê hêzên şoreşger ên Efrînê, gelên cîhanê û hêzên demokratîk ve were têkbirin. Têkçûna Tayyîp Erdogan û AKP'ê wê bibe dawiya desthilatdariya AKP'ê û şefê wê yê faşîst.

Di salvegera 5. a Şoreşa Rojava de em bang li hemû gelên Sûriyeyê dikin, ku li dora Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li hev bicivin, Sûriyeyê demokratîk bikin û tevlî pêngava jinûve xurtkirinê bibin, ku li dîroka Rojhilata Navîn tê.