KCK: Divê gel bi gerîla re bibe yek û bersiva dîrokî bide van êrişan!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo qirkirinê ye û got, "Ji bo têkbirina êrişê, divê gel bi gerîla re bibe yek û bersiveke dîrokî bide van êrişan."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk di şeva 23-24'ê Nîsanê de li herêmên Parastinê yên Medyayê ku gerîla lê serwer e, dest bi êrişeke berfireh kir. Piştî têkçûna 10'ê Sibatê ya li Garê, dihate payin ku êrişekê bike. Ji xwe Plana Têkbirinê ya ku havîna 2014'an hate amadekirin, bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ji bo temamkirina qirkirina Kurdan bû. Ev êriş jî ji bo temamkirina qirkirina Kurdan êrişeke berfireh e. Êriş li ser beşeke mezin a Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin ku gerîla lê serwer e. Ev êriş ji bo armanceke bi vî rengî ye.

BI ZANEBÛN DI SALVEGERA QIRKIRINA ERMENAN DE DEST BI VÊ ÊRIŞÊ KIRIN

Bi zanebûn û bi plankirî di qirkirina Ermenan de dest bi vê êrişê kirin. Bi rengekî eşkere peyama 'çawa ku me Ermen qir kir, qedera we jî qirkirin e' dide. Çawa ku qirkirina Ermenan bi piştgiriya Elmanyayê û bi bêdengiya welatên Ewropayê û DYE'yê hate kirin, dixwaze qirkirina Kurdan jî bi piştgirî û bêdengiya DYE, Elmanya û welatên Ewropayê de pêk bîne. Beriya vê êrişa ji bo qirkirinê, rayedarên dewleta Tirk bi DYE û welatên Ewropayê re hevdîtin kirin û ev yek jî nîşan dide ku ev êriş bi piştgirî û destûra van welatan hatiye kirin. Her wiha bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê re jî li ser vê êrişê axivîne û wî jî ev êriş erê kiriye. Komploya navneteweyî ya ku sala 1999'an di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin, îro jî bi vî rengî tê meşandin. DYE û welatên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo dewleta Tirk bi kar bîne, qirkirina Kurdan erê dikin, piştgiriyê didin vê yekê. Her wiha bi piştgiriya ji bo qirkirina Kurdan dixwazin hin pirsgirêkên xwe yên bi dewleta Tirk re çareser bikin. Dewleta Tirk jî ji bo qirkirina Kurdan, Tirkiyeyê pêşkêşî gelek hêzên navneteweyî dike û tawîzan dide.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û PDK'Ê ERÊ KIRIN

Dewleta Tirk erêkirin û piştgiriya hêzên navneteweyî wergirt. Di serî de PDK bêdengiya hin hêzên siyasî yên Kurd jî tê wateya rewakirin û erêkirina van êrişan. Li ku derê li dijî Kurdan êrişek bê kirin divê hêzên siyasî û gelê Kurd nerazîbûnê nîşan bidin. Li gorî berpirsyariya neteweyî bêdengmayina hêzên siyasî yên Kurd nayê qebûlkirin. Dema ku li ser Başûrê Kurdistanê yan jî cihekî din êriş hate kirin, PKK'ê, gerîla û gelê Kurd di cih de helwest nîşan da û li ber rabû. Manîdar e ku li pêşberî êrişeke welê berfireh PDK bi rengekî eşkere li ber ranebûye. PDK'ê ji xwe zêdeyî saleke gelek qadên gerîla dorpêç kiriye, weke ku li qada Xakurkê hate dîtin bi rengekî eşkere piştgirî da dewleta Tirk û bi vî rengî nîşan da ku helwesta wê ya li pêşberî vê êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk wê çi be. Lê belê gelê Kurd li bendê ye ku PDK li dijî êrişên bi vî rengî yên dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bide. Ji ber ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser vê bingehê tê rewakirin û piştgiriyê ji hêzên navneteweyî werdigire. PDK li gel artêşa Tirk tevlî van êrişan nebe jî, bi helwest û bêdengiya xwe ya li pêşberî êrişan, dikeve wê rewşê ku êrişa dagirkeriyê erê kiriye û piştgiriyê dide. Eger PDK û hêzên siyasî yên Kurd li ber van êrişan rabe, dewleta Tirk wê nikaribe li qada navneteweyî piştgiriyê werbigire, di vê astê de wê newêribe êrişan bike.

Ev êrişa dewleta Tirk di heman demê de êrişeke welê ye ku îradeya siyasî ya Iraqê ji nedîtî ve tê û gefê li yekparebûna Iraqê dixwe. Lewma eger Iraq helwestê li dijî van êrişan nîşan bide ev yek wê nerewatiya êrişan destnîşan bike û lawaz bike. Eger Iraq li dijî van êrişan helwestê nîşan nede wê ev êrişên dewleta Tirk asayî bibin û dema bê wê li dijî yekparebûna Iraqê jî êrişan bike. Iraq eger van êrişan li dijî yekparebûna xwe dibîne, wê demê divê tavilê daxuyaniyê bide, bixwaze ku dawî li van êrişên dagirkeriyê bê anîn û bi vî rengî berpirsyariya xwe bi cih bîne. Naxwe desthilatdariya heyî ya Iraqê wê bibe hevparê van êrişan, ji aliyê Iraqê ve wê weke helwesteke ku pêşî li êrişên dewleta Tirk vedike cihê xwe di dîrokê de bigire.

EV ÊRIŞ JI BO QIRKIRINÊ YE, DIVÊ GELÊ KURD LI HER CIHÎ RABE SER PIYAN

Gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê divê zanibin ku ev êriş ji bo qirkirinê ye. Ne tenê li dijî gerîla tê kirin, di şexsê gerîla de li dijî tevahiya gelê Kurd tê kirin. Bi tasfiyekirina gerîla re tê xwestin ku qirkirina Kurdan bê temamkirin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dixwazin ku hêzên azadiyê yên li hemû parçeyên Kurdistanê tasfiye bikin û bi vî rengî Kurdan qir bikin. Lewma ev êriş di heman demê de li dijî destketî û qadên azad ên li Başûrê Kurdistanê û Rojava ye.

Divê mirov nekeve nava bendewariyeke welê ku tenê bi berxwedana gerîla dawî li vê dagirkeriyê bê anîn. Ev êriş li dijî temamiya Kurdan e. Êrişek ji bo tunekirina hebûna Kurdan e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li her cihî rabe ser piyan û bi gerîla re bibe yek. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelekî tenê bi têkoşîna gerîla bi ser nakeve. Divê gel û gerîla bibin yek, li dijî mêtingeriya qirker têkoşîneke topyekûn bê meşandin. Rabûna gelê Kurd a li Newrozê û helwesta ku nîşan da, divê bi têkoşîna gerîla re bibe yek. Gerîla bi ruhê Cenga Heftanînê û Garê bi rengê fedayî li ber xwe dide. Di vê çarçoveyê de ji bo şikandina vê êrişa berfireh divê gel bi gerîla re bibe yek û bersiveke dîrokî bide van êrişan. Dem ew dem e ku bi ruhê pêngava 'Dema azadiyê' li her derê rabe ser piyan û li ber xwe bide.

RUHÊ BERXWEDANÊ DIVÊ LI TEVAHIYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BELAV BIBE

Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di heman demê de êrişa dagirkirin û biserxwevekirina Başûrê Kurdistanê ye. Bi tasfiyekirina gerîla re dixwazin ku navend û çavkaniya herî berxwedêr a Başûrê Kurdistanê bêbandor bikin, îradeya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bişikînin û Başûrê Kurdistanê jî bixin nava sîstema qirkirinê. Lewma hunermend û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku hişmendî û rûmeta gel e, divê tavilê li dijî vê êrişê helwestê nîşan bidin, bi gelê Başûrê Kurdistanê re li dijî dagirkeriyê dest bi pêngaveke berxwedanê bikin. Her bajar, her bajarok, her navçe divê veguhere qada berxwedanê ya li dijî dagirkeriyê. Girîng e gelê Başûrê Kurdistanê hişmendiya xwe ya mezin a welatparêziyê nîşan bide. Ruhê berxwedanê yê ku xelkê Amediyê, Dêralokê û Şêladizê li dijî dagirkeran nîşan dan, divê li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bibe. Divê gerîla jî berê xwe bidin nava refên gerîla û li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.

HÊZÊN DEMOKASIYÊ YÊN GELÊN ROJHILATA NAVÎN DIVÊ LI CEM KURDAN BISEKININ

Hemû gelên Rojhilata Navîn û hêzên demokrasiyê divê zanibin ku ev êrîş êrîşeke li ser vîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk dijminê hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku pergala xwe ya mêtingeriya qirker encex di nav şertên wiha de ku hêzên demokrasiyê û azadiyê tasfiye kirî dikare bidomîne. Ji vî alî ve di serî de yên Tirkiyê, hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên gelên Rojhilata Navîn divê li cem gelê Kurd û berxwedana gerîla bisekinin. Ev berxwedan her wiha berxwedana azadî û demokrasiyê ya we ye jî.

HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YÊN CÎHANÊ DIVÊ RABIN SER PIYAN

Hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê jî li dijî van êrîşan ku bi desteka ji DYE û Ewropayê standine qirkirina Kurdan kirine hedefa xwe divê rabin ser piyan û li cem gelê Kurd û berxwedana gerîla bisekinin. Dewleta Tirk îro bûye navenda dijminatiya li azadî û demokrasiyê, her wiha Kurdistan jî bûye ocaxa azadî û demokrasiyê. Serketina gelê Kurd û berxwedana gerîla wê bibe serkeftina hemû hêzên azadî û demokrasiyê yên cîhanê.

Di serî de li DYE û Ewropayê, li hemû wan hêzan ku êrîşên Tirkiyê dipejirînin û destekê didin ev e; desteka xwe ji pişt vê êrîşê bikişîninin ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê qirkirina Kurdan û bi temamî çewisandina hêzên demokrasiyê daye ber xwe. Nebin hevkarê qirkirina Kurdan! Bêdengiya we ya li qirkirina 1915'an û desteka Elmanya ya li vê niha jî di qirkirina Kurdan de berbiçav dibe. Ji vî alî ve li ser navê gelên DYE û Ewropayê hemû desthilatên ku li rêveberiyê ne, li dijî van êrîşên dewleta Tirk divê wê helwestê nîşan bidin ku nabin hevkarê qirkirina Kurdan û li dijî vê rabin."