KCK: Bila ruhê Şêx Seîd şa bibe, Kurdistan wê azad bibe

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, Şêx Seîd û hevalên wî ku berî niha bi 92 salan li Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve bi dar ve hatin kirin, bibîr anî.

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Îman û baweriya Şêx Seîd û hevalên wî, di baweriya mezin a gerîla de dijî. Bila ruhê van pêşiyan şa be. Kurdistan wê teqez azad bibe."

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de wiha hate gotin:

"Beriya niha bi 92 salan, Şêx Seîd û 46 hevalê wî li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hatin îdamkirin. Şêx Seîd û hemû hevalên wî, li ber sêdarê daxwaza Kurdistana azad kirin. Rûmet û namûsa Kurdan, bi rengekî ku Kurd hemû pê serbilind bin parastin. Em van pêşiyên xwe yên welatparêz ên hêja, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Ji bo bîranîna van pêşiyên xwe, em ê Kurdistanê teqez azad bikin. Ti hêza faşîst a dagirker wê nikaribe li pêşiya me bibe asteng, ku em Kurdistana azad diyarî gel û nifşên xwe yên nû bikin.

HETA NEFESA XWE YA DAWÎ BI HESRETA KURDISTANA AZAD BÛ

Şêx Seîd û hevalên wî, heta nefesa xwe ya dawî, hesreta xwe ya Kurdistana azad anîn ziman. Bi vî rengî kevneşopiyek afirandin, ku bi sekna xwe ya serbilind a li dijî pêkanînên giran, hê ji destpêkê ve mêtîngerî têk birin û tevizandin. Îro li Kurdistanê gelekî serî natewîne û gerîlayên fedayî yên li ber xwe didin hene. Bila Şêx Seîd û hevalên wî xweş razên, ev gel, ev ruhê fedayî wê teqez bi ser bikevin.

Mêtîngeriya qirker ewqasî ji sekna Şêx Seîd û hevalên wî ditirse, ku ev 92 sal in cihê gorên wan nîşan nade. Ji bo vê sekna bi rûmet a pêşiyên mezin ên Tirkan ji binî ve tine bikin, naxwazin goreke wan jî hebe. Ji cenaze û gorên rêberên Kurdan ditirsin. Yên ku tirseke ewqasî mezin di dilê wan de heye, neçar in li pêşberî Kurdan winda bikin. Mêtîngeriya qirker heta jê tê bila cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî nîşan nede. Li her çiyayekî Kurdistanê, li her deşt û newalê, her tehtek kevirê ber serê mezel e; bîrdariyeke şehîdan e. Ji xwe mêtîngeriya qirker ji ber vê yekê ji goran ditirse. Lewma êrîşî mezelan dike. Lê belê mêtîngeriya qirker her ku êrîşî mezelan dike, têkçûn û mirina xwe jî bi nêz dike.

GERÎLA BI RUHÊ WAN LI BER XWE DIDE

Li dijî van pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên mêtîngeriya qirker, ku gorekê jî nadin Şêx Seîd û hevalên wî, em dixwazin bi helbesteke helbestvanekî Kurd bersivê bidin.

"Wefdek dema ku diçe ber bi devereke din ve
Çelangan datîne li ser bîrdariya leşkerê bê kes û kus
Rojek ji rojan
Heke wefdek were welatê min
Ji min pirs bike û bibêje,
'kanî bîrdariya leşkerê bê kes û kus'
Ez ê bibêjim, 'Begê min'
'Begê min'
Li qiraxên hemû cihokan
Li sekoyên hemû mizgeftan
Li ber her derî
Her malê
Her dêrê
Her şikeftê
Li latên hemû çiyayan
Û li ser daran li hemû baxçeyan
Li Kurdistanê 
Li biniya ezmên li hemû deveran
Li ser her bihosta xakê
Bê pirs,
Serê xwe hinekî bitewîne
Û deyne çelengê xwe."

Îman û baweriya Şêx Seîd û hevalên wî, di baweriya mezin a gerîla de dijî. Eger îro gerîla bi rengekî canbexşane li ber xwe didin, ya ku ev kir, ruhê Şêx Seîd û Seyîd Rizayan e. Bila ruhê van pêşiyan şa be. Kurdistan wê teqez azad bibe, Dersim wê teqez xweser bibe."