KCD’ê Gezen bi bîr anî li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir

KCD’ê Zulkuf Gezen bi bîr anî yê ku li dijî tecrîdê çalakiyeke fedaî kiribû. KCD’ê got ku “Heke tecrîd bidome wê hiqûq were sekinandin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Zulkuf Gezen bi bîr anî yê ku li dijî tecrîda Îmraliyê di girtîgehê de çalakiyeke fedaî kiribû.

KCD’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Bi pêşengiya Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û herî kêm 7000 girtiyên siyasî ketibûn greva birçîbûnê.

Zulkuf Gezen ê di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de bû di 16’ê Adara 2019’an de di salvegera qetlîama Helepçeyê de ji bo bala raya giştî bikişîne ser tecrîdê xwe feda kir. Piştre li girtîgehên cihê girtiyên siyasî Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Sîraç Yuksek, Yonca Akincî, Mahsûm Pamay ji bo sekinandina tecrîdê xwe feda kirin. Li Elmanyayê jî Ûgûr Şakar û Umît Acar jî bo rakirina tecrîdê xwe şewitandibûn.

Di salvegera şehadeta Zulkuf Gezen de em di şexsê Gezen de hemû girtiyên siyasî û hemwelatiyên me yên li derveyî welat xwe feda kirine, bi rêzdarî bibîr tînin.

Em bang li hemû saziyên navneteweyî, yên mafên mirovan, rêxistinên demokratîk û desthilatdariyê dikin ku divê tecrîd were rakirin û hevdîtina bi malbat û parêzeran bi rêkûpêk were kirin. Em bang li gelê xwe jî dikin ku li dijî tecrîdê û ji bo aştiyeke bi rûmet bila têkoşînê geştir bikin.”